Beşek ji eşîrên ereb dibêjin ew gefên Tirkiyê qebûl nakin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Bakur û Rojavayê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê,  hemû pêkhateyên wan navçeyan li xwe digirin. Beşek ji hoz û eşîrên ereb li Hesekê çend mijarên girêdayî rewşa siyasî û leşkerî bi beşdariya 150 kesayetî, rîspî û serokêşîrên kirine ajandeya konferansekê.

 

Derbarê rol û hebûna Rêveberiya Xweser û HSDê û MSDê, beşek ji eşîrên ereb ên nêzîkî opozisyona ser bi Tirkiyê, nîgeranî û nerazîbûna xwe nîşan didin, di nav de jî, dewriyeyên hevbeş ên navbera Amerîka û HSDê li hinek navçeyên sînorî, li beramber gef û êrîşên Tirkiyê, beşekî din ji eşîrên ereb jî, dixwazin ku rola wan di nav Rêveberiya Xweser û MSDê û HSDê de, bêhtir be.


Xalên sereke yên konferansa serokeşîr û rîspiyên ereb gef û êrîşên Tirkiyê ye, ku li dijî navçeyên Bakur û Rojavayê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê têne encamdan, herwiha pêwendiyên navbera wan û Rêveberiya Xweser û HSDê, ku derbarê vê yekê serokê Desteya Niştimanî ya Erebî ji Rûdawê re got ku pêwendiyên wan ligel Rêveberiya Xweser xurt in û ev pêwendî ji berjewendiya hemû pêkhateyanên navçeyê ne, bi taybetî di warê şerê li dijî DAIŞê de.


Derbarê vê mijarê de Serokê Desteya Niştimanî ya Erebî Dr. Mihemed Bineyan ji Rûdawê re wiha got: “Pêwendiya me ligel Rêveberiya Xweser pêwendiyeke hevbeşiyê ye. Ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser em hevbeş in. Ev yek jî dê ji berjewendiya me tevan be, ji ber ku encamên hevtêgihiştin û hevjiyana di nav pêkhateyên civakê de, di nav Rêveberiya Xweser de, çêbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû, ku niha ew li dawîtirîn pêgehên terorê li Hecîn û navçeyên Dêre Zorê şerê terorê dikin.”


Beşek ji serkirde û rîspiyên erebî, dibêjin ku ew gefên Tirkiyê qebûl nakin û nîşanê bi wê yekê didin ku hemû pêkhate amade ne berevaniyê di ber Sûriyeya yekbûyî de bikin û bi nerîna wan jî, hikûmeta Tirkiyê, bi van gef û êrîşan, piştgiriya DAIŞê dike.


Dr. Mihemed Bineyan herwiha got: “Em berevaniyê di ber mal, navçe û namûsa xwe de dikin, li berabmer êrîşên Tirkiyê be yan jî yên DAIŞê be, ji ber ku berdewam, em dibînin ku gefên DAIŞê li dijî navçeyê ne. Lê dema Tirkiye dibîne ku DAIŞ tê şikandn, dest ib gef û êrîşan kiriye. Tirkiye baş dizane ku dawîtirîn pêgeha DAIŞê li jêr dorpêçê ye û metirsî li ser e, ji ber ku Erdogan take piştgirê DAIŞ û çekdarên êrîşkar e, ku çavên xwe berdane dagîrkirina zevî û samanên welatê me. Di prensîpê de, em û hikûmeta Sûriyê di lihevkirinê de ne, ku em yekîtiya zeviyên Sûriyê diparêzin, êdî em dê, li dijî dagîrkeriya Tirkiyê berevaniyê di ber de bikin, heta ku em hemû navçeyên welatê xwe ji destê Tirkan vegerînin.”


Helwest û nerînên beşekî ji serokeşîrên erebî ligel helwest û nerînên Rêvebeirya Xweser in, herwiha ew tevgerekê dikin ku bêhtir li dijî metirsiya Tirkiyê bereyeke berevaniyê dirust bikin, ku rola sereke tê de, ji eşîrên ereb be.