Li sînorê Libnan-Îsraîlê dîsa êrişên dualî!

Hewlêr (Rûdaw) - Ji başûrê Libnanê roket avêtin Îsraîlê û Îsraîlê jî bi topavêjan bersiv da.

Li gorî çapemeniya Libnanê, ji herêma Kleyliyê ya li başûrê wî welatî,herî kêm 6 roket avêtin Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê êriş piştrast kir û ragihand ku wan bi guleyên topavêjan li hedefên li Libnanê xist û agahiyên berfireh dê pişt re bên parvekirin.

Her du aliyan jî daxuyanî nedan ka mirî hene yan na.

Li sînorê Îsraîl-Libnanê ji 8ê Çiriya Pêşînê ve êrişên dualî diqewimin.