Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Tirkiyeyê li Zergelê gundî kuştin

Navenda Nûçeyan (Rûdaw) – Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand li gundê Zergelê ya Herêma Kurdistanê gundî bibûn armanca êrişên balafirên şerî yê Tirkiyeyê.

Şandeke Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî  derbarê bûyera gundê Zergelê de lêkolînek pêk anî û encama lêkolînê weke raporeke weşand.

Di rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de hat diyar kirin ku di êrişa gundê Zergelê de ti gerilîyan PKK nebûne armanca Artêşa Tirkiyeyê, lê 8 sivîl hatine qetilkirin û herî kem 8 gundî birîndar bûne.

Şewirmenda Qeyranê ya  Rexistina Efûya Navnetewî Lama Fakih ku ji bo lêkolînan çûbû gundê Zergelê ser navê rîxistinê ragihand, ji ber ku di êrişê de sivîl kirine armanca xwe ew kiryara Tirkiyeyê li gorî hiquqa navneteweyî li dijî yasayan e, divê êrişên hewayî bên lêpirsînkirin û ji bo malbatên mexdur tezmînat were dayîn.


Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyeyê di 1ê Tebaxê de gundê Zergelê yê li Qendîlê bombebaran kir û din cama êrişê 8 welatiyên sivîl hatibûn qetil kirin û 11 gundî jî birîndar bibûn.