Nêçîrvan Barzanî: Îmarat bûye çirayeke hêviyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê bi hinceta roja jidayikbûna Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid El Nehyan di peyamekê de hêviya bipêşxistina pêwendiyên dualî dixwaze.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo rojbûna Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid El Nehyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama pîrozbahiyê de got:
“Hêviyên herî baş ji bo hevalê xwe, Şêx Mihemed Bin Zayid El Nehyan di rojbûna wî de dixwazim.
Di bin serkirdayetiya Mihemed Bin Zayid El Nehyan de Îmarat bûye çirayeke hêvî û aramiyê li seranserî cîhanê ji bo bi milyonan kesan.”
Serokê Îmarata Erebî Mihemed Bin Zayid El Nehyan 11ê Adara 1961ê ji dayik bûye û îro bû 64 salî.
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha anî ziman:
“Ez hêvîdar im em di xebata bi hev re de ji bo bipêşvebirina aştî û aramiya herêmê û zêdetir bihêzkirina pêwendiyên dualî berdewam bin.”
Pêwendiyeke xurt di navbera Herêma Kurdistanê û Îmarata Erebî û Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Îmaratê de heye.
Dan û standina aborî ya Hewlêr û Ebu Dabiyêi sala 2007an bi veberhênana Îmaratê ya di sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê de dest pê kir.
Îmarata Erebî welatê yekem bû ku li Herêma Kurdistanê dest bi xebata di kêlgehên gaz û petrolê yên Herêma Kurdistanê de kir.
Şirketa Dana Gazê ya Îmaratê, rola sereke di hilberîna gaza Kormora kêlgeha herî mezin a gazê ya Herêma Kurdistanê de dilîze.