Neteweyên Yekbûyî: Ji bo avakirina Xezeyê 53 milyar dolarên Amerîkî pêwîst in

Xeze / Wêne: AFP

Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ji bo avakirina Xezeyê û dawîlêanîna “karesata mirovî” herî kêm 53 milyar dolarên Amerîkî pêwîst in.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand:

“Pêdiviyên avakirina Xezeyê bi temamî nehatine nirxandin lê nirxandinên destpêkê nîşan didin ku pêwîstiyeke mezin a jiyan û avadankirina Xezeyê heye.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî amaje pê kir ku di 3 salên pêş de ji bo avakirina Xezeyê 20 milyar dolarên Amerîkî pêwîst in.

Neteweyên Yekbûyî berê çend caran ragihandibû ku ji bo avadankirina Xezeyê hevahengiya navneteweyî pêwîst e û amaje pê kiribû ku tenê ji bo paqijkirina kavilên Xezeyê herî kêm 15 sal pêwîst in.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku planeke wan a 60 rojî heye da ku sîstema tenduristiyê ya Xezeyê dîsa bixin ser lingên wê.

Plana Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li ser nûjenkirina nexweşxaneyan e ku li Xezeyê 36 nexweşxane hene lê tenê 16 ji wan dixebitin û ew jî ji ber hejmara zêde ya birîndaran nikarin li ber xwe bidin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, şerê Xezeyê zerer û ziyaneke mezin li jêrxana herêmê kiriye, zêdetirî ji sedî 60ê xaniyan û nêzîkî ji sedî 80ê dibistanan wêran bûne yan jî ziyan dîtine.

Şer bûye sedema kuştina nêzîkî 47 hezar kesan û birîndarbûna zêdetirî 111 hezar kesan.

Her wiha zêdetirî ji sedî 90ê şêniyên wê ku nêzîkî 1,9 milyon kes in koçber bûne.