Reuters: Amerîka û Tirkiyeyê li ser vekişîna ji Minbicê li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyekî nêzîkî komên çekdar ên li Sûriyeyê ragihand ku Amerîka û Tirkiyeyê ji bo ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) bi ewle ji Minbicê vekişin, li hev kir.

Çavkaniya ku tê gotin derbarê mijarê xwedî agahî ye, ji Reutersê de got ku "Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji Minbicê vekişiyane û divê ji herêmên din jî vekişin."

Çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên bi navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” rojekê piştî rûxana desthilata Beşar Esed êrişî Minbicê kir ku Tirkiyê piştevaniya wan dike.

Ajansa Anadoluyê doh di nûçeya xwe de ragihandibû ku kontrola Minbicê bi temamî di destê Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de ye.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî diyar kir ku hêzên wan li bajêr derbasî qonaxeke nû bûne û ew dê bi rêbazên cuda parastina bajêr bikin.

Di vîdeoya ku Reutersê piştrast kiriye de tê dîtin li Minbicê hêzên çekdar ji aliyê hin kesên li herêmê ve tên pêşwazîkirin.

Li aliyê din ve, Amerîkayê ragihand ku ew dê hebûna xwe li rojhilatê Çemê Feratê berdewam bike ku şervanên HSDyê lê wê derê hene.

 Li Rojavayê Kurdistanê ji bilî HSDyê nêzîkî 900 leşkerên Amerîkayê hene.