Tirkiye û Îraqê li ser rakirina vîzeyê û pevguhertina girtiyan li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) – Wezaretên Karên Derve yên Îraq û Tirkiyeyê li ser rakirina vîzeya hinek geştyaran û pevguhertina girtiyan li hev kirin.

Rêkeftin doh li Enqereyê di navbera Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Umer Berzencî û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Yasîn Ekrem Serîm de hat îmzekirin.

Umer Berzincî li ser naveroka civînê ji Rûdawê re axivî.

Berzincî behsa naveroka civînê kir û wiha got:

“Em her du welat rêkeftin ku ji bo geştyarên temenên wan ji 15 salan biçûktir û ji 50 salî mezintir in vîze were rakirin.

Ji bo geştyarên temenên din jî dê vîze her wekî berê bimîne.”

Bihayê vîzeya Tirkiyeyê di navbera 130 û 200 dolarî de ye. Bihayê vîzeyê li gorî dema mayîna li wî welatî diguhere.

Umer Berzincî amaje bi wê yekê kir ku ew bi Tirkiyeyê re rêkeftine ku girtiyan jî pevbiguherînîn.

Berzincî da zanîn ku ew girtiyên ku sûcên biçûk kirine û dema wan a li girtîgehê kêm maye dê radestî welatê wan bên kirin û dê cezaya xwe jî li girtîgehên welatê xwe derbas bikin.

Li gorî daxuyaniya Balyozxaneya Îraqê ya li Tirkiyeyê pirsgirêka koçberên neyasayî, asayîş, nehiştina terorê û hevkariya dadwerî jî di civînê de hatiye gotûbêjkirin.