Serokê CHPyê dê biçe Şamê

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê CHPyê Burhanettîn Bulut ragihand, Serokê Sûriyeyê Beşar Esed daxwaza serdana Serokê CHPê Ozgur Ozel qebûl kir.

Alîkarê Serokê CHPyê Burhanettîn Bulut îro beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û derbarê serdana Ozgur Ozel a Şamê axivî.

Burhanettîn Bulut ragihand ku bi rêveberiya Şamê re pêwendî kirine û ji bo serdana Şamê bersiveke erênî wergirtine.

Bulut pirsgirêka koçberên Sûriyeyî ya li Tirkiyeyê û Gora Silêman Şah a di bin serweriya Tirkiyeyê de bi bîr anî û got:

“Ozgur Ozel dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan biçe Sûriyê.

Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bersiva me dan. Ji îro û pê de tenê dê asayîbûna şertan û cih û dema hevdîtinê bê axavtin.

Me daxwaza hevdîtinê kir û Şamê jî qebûl kir.”

Ozgur Ozel jî berî du hefteyan ragihand, dê meha Tîmehê biçe Sûriyeyê û bi Beşar Esed re bicive.

Ozel gotibû ku ew amade ye navbeynkariyê di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed de bike.

Bakirhan ji Ozel re gotibû: Gelo tu hewl didî siyaseta dijîkurd birêxistin bikî?

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî duh armanca serdana Serokê CHPyê ya Sûriyeyê rexne kir û got, “Gelo tu hewl didî siyaseta dijîkurd birêxistin bikî?”

Bakirhan got:

“Me ya deshilatê fam kir lê niha jî serokê mixalefê di vê mijarê de ketiye nava hewldanan.

Beriya çend rojan birêz Ozgur Ozel dibêje, ‘Ji bo ku hevdîtin di navbera Erdogan û Esed de çêbibin ez dikarim navbeynkariyê bikim’.

Ez jî li vir li pêşiya hemû raya giştî dixwazim bibêjim, birêz Ozel, Erdogan û Esed dixwazin li ser dijayetiya Kurdan hevdîtinan bikin û li hev bikin.

Gelo hûn hewl didin vê siyaseta dijkurd birêxistin bikin? Sûdeke wê ji bo we û me û hemû gelên Tirkiyê tineye.

Tişta divê hûn bikin ew e ku polîtîkaya Rojava-Sûriyê di ber çavan re derbas bikin.

Ma ji we re maye hûn navbeynkariyê bikin da ku du dijberên Kurdan yên ku dixwazin li ser dijminatiya Kurdan bên cem hev?”