Li Xezeyê hejmara kuştiyan 31 hezar derbas kir

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişên Îsraîlê li yên Xezeyê de hejmara kuştiyan gihîşt 31 hezar û 45an.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê li ser êrişên Îsraîlê yên ku 156 roj in berdewam dikin, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 24 demjimêran de 85 Filistînî hatine kuştin û hejmara kuştiyan derket 31 hezar û 45an.

Li gorî daxuyaniyê di êrişên dawî yên Îsraîlê de, 130 Filistînî jî birîndar bûne û hejmara birîndaran derket 72 hezar û 654an.

Herwiha Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê da zanîn ku ji sedî 72yê ku di êrişên Îsraîlê de canê xwe ji dest daye jin û zarok in.