Îbrahîm Halîl Baran: Divê Kurd bigihin Îsraîl, Libnan û Urdinê
Hewlêr (Rûdaw) – Îbrahîm Halîl Baran got ku divê Kurd bigihin Îsraîl, Libnan û Urdinê û ji xwe re rêya Deryaya Sor û Deryaya Spî vekin.
Tehrîr El Şamê doh Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kir û dawî li desthilata Beşar Esed hat.
Piştî van rûdanan paşeroja Sûriyeyê û çarenivîsa Kurdan jî gelekî tê meraqkirin û nîqaşkirin.
Serokê berê yê PAKURDê Îbrahîm Halîl Baran bi rêya hesabê xwe yê Xê vîdeoyeke bi navê “Korîdora Selahadînê çi ye?” belav kir.
“Divê em bi awayekî bigihin Îsraîl, Libnan û Urdinê”
Îbrahîm Halîl Baran amaje bi dewlemendiyên di desê Kurdan de da û got:
“Em Kurd xwediyê ji sedî 99ê qadên petrolê yên Sûriyeyê ne.
Ji sedî 45ê qadên gazê jî di destê me de ne.
Ji ber vê jî divê em bi awayekî bigihin Îsraîl, Libnan û Urdinê.
Ev sînor dê me ji aliyekî ve bigihîne Deryaya Sor û ji aliyê din ve bigihînê Deryaya Spî.”
Îbrahîm Halîl Baran, di vîdeoya xwe de ev tişt gotin:
“Korîdora Selahadînê çi ye?
Korîdora Selahadînê navê wê korîdorê ye ku Kurd bi rêya wê ji Rojavayê digihin Îsraîl, Libnan û Urdinê.
Ev dê ji me re bibe avantajeke newaze.
Em Kurd xwediyê ji sedî 99ê qadên petrolê yên Sûriyeyê ne.
Ji sedî 45ê qadên gazê jî di destê me de ne.
Ji ber vê jî divê em bi awayekî bigihin Îsraîl, Libnan û Urdinê.
Ev sînor dê me ji aliyekî ve bigihîne Deryaya Sor û ji aliyê din ve bigihînê Deryaya Spî.
Û aliyê din jî ya herî girîng Korîdora ÎMECê ye, hevalên hêja.
Hûn dizanin, li Lûtkeya G20ê li hemberî OBORa Çînê, li hemberî projeya Nifşek û Rêyekê, rêyekeke nû hat xêzkirin ku ji Hindistanê dest pê dike û digihe Îsraîlê.
Eger Kurd bigihin sînorê Urdinê dê Kurd jî li vê derê bibin xwedîdev.
Û bi vî awayî dê petrola ku em li wê dere hildiberînin û gaza ku em li wir hildiberînin û bi taybetî Rojavayê Kurdistanê qadeke çandiniyê ye, çandina me ya li wê derê dê paşerojê li hemû cîhanê bê firotin.
Û ev di heman demê de dê pêşiya Başûrê Kurdistanê jî veke.
“Kurdên Bakur jî dê azad bibin”
Kurdistan dê êdî ji bo firotina petrola xwe ne muhtacî Kendava Besrayê, Hikûmeta Îraqê û Tirkiyeyê nabe.
Heke pêwîst be Kurd dê êdî petrola xwe bi rêya birayên xwe yên Kurd bifiroşin.
Ji xwe tirsa bingehîn a ku Tirk vî karî bi rengê Korîdora Dawûd bi nav dikin ev e.
Eger Kurd karibin bibin xwediyên dewlemendiyên xwe dawiya dawî dê Tirkiye jî ji vî karî para xwe bistîne û dê Kurdên Bakur jî azad bibin hevalên delal, ev kar wiha ye.”
Îbrahîm Halîl Baran: Divê Kurd bigihin Îsraîl, Libnan û Urdinêhttps://t.co/e4E9AGMRZo pic.twitter.com/XJxDdkbmpv
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 9, 2024