Urdin ji biryara wergirtina baca takekesî vedigere

Navenda Nûçeyan - Serokwezîrê Urdinê Omer Rezaz ragihand ku ew gihiştine rêkeftinê li ser wê yekê, ku biryara sepandina bacê li ser dahata takekesan cîbicî nekin û jê vegerin.

 

Biryara sepandina baca li ser dahata takekesan bûye sedema wê yekê ku di çend hefteyên borî de, xelkê Urdinê dakevin kolanan û xwepêşandanên derbarê vê pirsê de jî berdewam in.

 

Rezaz ragihand ku yekem erkê wî, weke serokwezîr, ew e ku ligel hemû aliyên peywendîdar dest bi danûstandinê bike. Berî wê jî hikûmeta Urdinê ji wergirtina baca li ser dahata takekesan vedigere.

 

Derbarê xwepêşandanan de, Serokwezîrê Urdinê ragihand ku welatê wî bi hêza demokrasiyê, di çend hefteyên borî de, bi azadî bîr û nerîna xwe derbirrî û Urdin dikare berevaniyê di ber xwe de bike, li beramber şokên aborî.