Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê dest danî ser keştiyeke Tirkiyê
Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Niştimaniya Lîbyayê ya di bin serokatiya Xelîfe Hafter de ragihand, wan dest daniye ser keştiyeke Tirkiyê ya bi alaya Jamaîkayê ku diçû Bendera Mîsratayê.
Li Reutersê, Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mîsmarî diyar kir ku wan keştiya barhilgir a bazirganî ya bi navê Mabrouka li nêzî Bendera Dernayê dane sekinandin bi sedema ku rênimayiyên deryayî binpê kiriye û derbasî nav herêma qedexekirî bûye.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin di keştiyê de 7 welatiyên Tirkiyê bi giştî 17 karmend hebûne û Mîsmarî dibêje, heta niha keştî nehatiye kontrolkirin.
Ji aliyê Tirkiyê ve heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyaniyeke fermî belav nekiriye.
Li aliyê din Mîsmarî, Tirkiye bi berdewamiya şandina çek û çekdaran ji bo hikûmata Fayîz Serac a li Trablûsê tohmetbar kir.
Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Enqerê Şewket Herkî jî diyar kir, hinek çavkaniyê Tirkiyê dibêjin, wan peywendî li gel berpirsên keştiyê kirine û rewşa wan baş e û egera wê heye ew bên cezakirin û pişkinîn li keştiyê bê kirin.
Şewket Herkî amaje bi wê jî kir, li gor zanyariyên destpêkê di keştiyê de derman hebûne lê diyar nîne ka ew derman bo kîjan alî diçûn!