Li Pakistanê teqîn: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Belûçistanê ya Pakistanê motorsîkleteke bombebarkirî teqiya, 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.”

Rayedarê polîsan Mihemed Arif Zarkon da zanîn ku teqînê li bajarê Xuzdarê yê Pakistanê rû daye.

Li gorî agahiyên ku Zarkon dane, di nava birîndaran de jinek û du polîs jî hene.

Li hêla din, medyaya Pakistanê ragihand ku teqîn êrişek e.

Navenda Xebatên Ewlehî û Lêkolînan (CRSS) a ku navenda wê li Îslamabadê ye, 1ê Nîsanê li ser êrişan raporek belav kir.

Li gorî vê raporê, ji serê salê ve êrişên terorê herî zêde li eyaletên Beluçistan û Xîber Paxtunhvayê rû daye.

Raporê amaje pê kir ku ji serê salê ve li van her du eyaletan 200 êriş çêbûne û di van êrişan de sivîl jî di nav de 281 kes mirine.