WHO: Li Xezeyê her kes birçî ye, gelek jê dimirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ragihand, “Li Xezeyê her kes birçî ye, gelek jê ji birçîna dimirin.”

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) diyar kir ku ji ber kêmbûna xorakan dê zêdetir mirov nexweş bikevin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) li ser hesabê xwe yê Xê têkildarî birçîbûna li Xezeyê daxuyanî da.

WHOyê ragihand ku “li Xezeyê her kes birçî ye û gelek ji wan ji birçîna dimirin” û got ev rewş belav dibe.

Rêxistina Tenduristiya Cîhanî wiha berdewam kir:

“Birçîbûn şiyana têkoşînê mirovan a li dijî nexweşiyan kêm dike.

Eger di asta pêwîst de xorak nebe dê bêhtir mirov nexweş bikevin û bimirin.”

Herwiha hat gotin ku divê êş û azarên Xezeyiyan bi dawî bibin û di daxuyaniyê de banga “agirbesta bilez” hat kirin.

Li Xezeyê şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de ji 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve berdewam e û heta niha bi deh hezaran kesan canê xwe ji dest daye.