Îsraîlê li Libnanê berpirsekî Hizbulahê kir armanc

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Nabatiyeyê yê başûrê Libnanê droneke artêşa Îsraîlê otomobîlek kir armanc.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Libnanê NNAyê, balafireke bêmirov a Îsraîlê li deriyê rojhilatê bajarê Nabatiyeyê li otomobîleke sivîlan xist.

Li gorî nûçeyê, di otomobîlê de 3 kes hebûn û ambulansên ku hatin cihê bûyerê ew rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî nûçeya AFPyê ku xwe dispêre çavkaniyeke ewlehiyê, li Nebatiyeyê artêşa Îsraîlê efserekî leşkerî yê Hizbulahê kiriye amranc.

Heta niha nasnameya kesên ku bûne armanca êrişê nehatine eşkerekirin û ti daxuyanî nehatine dayîn.