Stranbêj û lîstikvanê Kurd ê navdar tevlî artêşa Îsraîlê bûbû: Birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêj û lîstikvanê Kurd Idan Amêdî ku wekî xwebexş beşdarî artêşa Îsraîlê bûbû birîndar bû.

Çekdarên Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê bi navê "Tofana Eqsayê" êrişî Îsraîlê kir û êrişên xwe berfireh kirin.

Piştî van êrişên Hemasê, gelek kes bi dildarî beşdarî artêşa Îsraîlê bûn.

Yek ji wan, stranbêj û lîsikvanê navdar Idan Amêdî bû.

Idan Amêdî, bi dîmenekê biryara xwe ya beşdarbûna artêşa Îsraîlê ragihandibû û gotibû, “Em dê bi ser bikevin û heya ev pêk neyê em nasekinin.”

Medyaya Îsraîlê ragihand ku Idan Amêdî li Xezeyê birîndar bûye û rewşa wî dijwar e.

Idan Amêdî niha li Navnede Medico Ichilovê tê dermankirin.

Idan Amêdî li Orşelîma Îsraîlê mezin bûye. 

Idan li Îsraîlê wekî stranbêj û lîstikvan tê naskirin.

Lîstikvanê Kurd, bi taybetî piştî rêzefilma “Fauda”yê ya ku li ser Netflixê dihat nîşandan li seranserê cîhanê hat naskirin.