Operasyonên artêşa Îsraîlê Xeze kiriye sê beş

Hewlêr (Rûdaw) – Êriş û operasyonên artêşa Îsraîlê Xeze li ser 3 beşan belav kiriye.

Artêşa Îsraîlê li Xezeyê dest danî ser mûşekên Hemasê.

Îsraîl dibêje, tevî pêşveçûna li Xezeyê, wan zerereke zêde gihandiye şiyanên serbazî yên Hemasê û armanca wan ew e ku Hemasê bê çek bikin.

Berdevkê Hikûmeta Îsraîlê Elon Levy anî ziman:

“Sê armancên me yên sereke yên piştî roja dawî ya nemana Hemasê li Xezeyê ev in, bêçekkirina giştî ya Xezeyê, nehiştina radîkaliyê û avakirina berdewam.”

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku qonaxa vê carê ya êrişên wan li ser tevahiya Xezeyê ye û wan bi armanca bilezkirina pêşveçûnê ew kert kiriye sê beş.

Artêşê li bakur navçeyên sînorî yên bi bajarê Xezeyê re qut kirine. Li naverasta Xezeyê tankên Îsraîlê bajarên Dêr Belih û Xan Yûnisê ji hev qetandine û niha jî di proseya dorpêçkirina bajarê Xan Yûnisê de ne.

Hejmara derbider û koçberên şer zêde dibe

Tevî berfirehbûna şer û rûbirûbûnan li nêzîkê başûrê Xezeyê, hejmara derbider û koçberên şer jî zêde dibe.

Komîsyarê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî yê Mafên Mirovan Volker Turk got:

“Ti cihek ne silamet e. Di vê dema ku em diaxivin de ji tevahiya 2 milyon û 200 hezar Filistîniyan, milyonek û 900 hezarê wan derbider bûne.

Ew bi berdewamî tên neçarkirin ku xwe bigihînin başûrê Xezeyê û ew di rewşeke ne tendurist û pîs de dijîn.”

Artêşa Îsraîlê dibêje wan herî kêm 10 hezar mûşek di bombebarankirina Xezeyê de bikar anîne û Filistînî jî dibêjin zêdetirî 105 hezar avahî ji ber bombebaranan an wêran bûne yan jî zerer dîtine.