BEYRÛT - Kurd ji ber şer direvin, şer li pey wan diçe

Beyrût (Rûdaw) – Kurdên ku ji ber şer û êrişên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê reviyane niha jî li Beyrûta paytexta Libnanê di nav agirê şer de mane.

Gelek Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê yên ku berê xwe dabû Libnanê niha ji ber şerê Hizbulah û Îsraîlê di rewşeke gelekî xerab de ne.

Hinek ji Kurdên jiwelêtdûrketî di êrişan de tên kuştin, gelek birîndar dibin û gelek caran jî nan bi destê yên mayî nakeve.

Rûdaw li Beyrûtê ye û rewşa Kurdên li wê derê ji cîhanê re vediguhêzê.

Beriya ku şerê Hizbulah û Îsraîlê dest pê bike piraniya wan li başûrê Libnanê cotkar bûn.

Lê ji ber şerê xedar û wêranker reviyane û li Beyrûtê ji xwe re li sitarekê digerin, helbet heke hebe.

Komeleya Xêrxwaziyê ya Kurdan ji hinekan ji wan re cihek peyda kiriye û serê xwe bixinê lê hinek ji wan ne ew qasî “bi şans” in.

Pêşkêşkarê Rûdawê Niwêner Fatîh bû mêhvanê Xalîdeyê û guh da çîroka wê û keçên wê Dibistan û Newrozê.

Xalîde ji Cindirêsa Rojavayê Kurdistanê ye, tevî 4 zarok û xwişkeke xwe berê xwe daye Beyrûtê.

“Ez gelekî westiyam”

Xalîdeyê li ser rewşa xwe got, “Em ji ber şer reviyan, em berê li başûr bûn (başûrê Libnanê). Rewşa me ne li ser hev e.

5 zarokên min hene. Min yek daye, mane 4. Bavê zarokan tune. Ez şixulê bîstên dikim.

Me bombebaran dîtin, zarok di bin kavilan de man. Kes nebû ku em xelas bikira.

Em 5 rojan di nava şer de man. Pere nebûn ku em birevin.

Vê zaroka min ji tirsa nikarîbû deng bikira. Ev jî tim di xew de ditirsiya.

Tim xeyal bi min re çêdibûn. Ez gelekî westiyam.”

Xalîdeyê diyar kir ku piraniya Kurdan li nav bostanan dixebitin û piştî ku reviyane Beyrûtê jî rewşa wan a aborî ne baş e.

“Carinan xwarin heye carinan nîne”

“Şixûl nîne, kes alîkariyê nade me. Heke dêrê nan da me dide, heke neda jî kes alî me nake.

Ez nizanim ez dê serê mehê çawa kirêya xwe bidim. Hemam nîne ku zarokên min serê xwe bişon, hemû bi sermê ketine.

Hinek rojan xwarina me heye lê hinek rojan nîne.”

“Kurmanc hatin kuştin”

Xalîdeyê diyar kir ku Kurd jî dibin hedefa bombebaranên Îsraîlê û got:

“Li nêzîkî mala me bombebaran çêbû, cîranên me hatin kuştin. Kurmanc bûn, Kurmanc hatin kuştin.

Kurmanc jî û Ereb jî hatin kuştin, lingê yekî qut bûbû.

Di nav kuştiyan de Kurmanc jî pir in.”

“Min tirs dît”

Dibistana 16 salî keça Xalîdeyê ye, ew jî bûye şahida bombebaranê û wiha behsa wan deman dike:

“Min tirs dît. Ez pir tirsiyam, min her tişt bi çavê xwe dît.

Em li malê rûniştibûn, bi carekê re teqînek çêbû. Tirs çêbû lê wekî din tiştek nayê bîra min.

Sisê hevalên min birîndar bûn. Birînên wan giran bûn.

Ez 16 salî me lê naxwînim li bîstên bi dayîka xwe re dişixulim.

Min beriya niha bombebaran nedîtibû lê vê carê gelekî nêzîkî mala me bû.”

Newroz jî 11 salî ye, hîn bandora teqînan li serê heye, bi zorê diaxive û dibêje, “Min zarokên biçûçik dîtin di bin keviran de.”

“Çû û nefitilî”

Ev 9 sal in ku hevjînê Xalideyê çûye Sûriyeyê le ew nizanin ne miriye ne maye.

Xalîdeyê got, “Çû û nefitilî, mêrîk nîne. Winda ye, miriye kes nizane. Wê demê zarokên min biçûk bûn.

Me dengê wî jî nebihîstiye, min zarok bi şixulê bîstên mezin kirin.”

Di van kêliyên ku Xalîde, Dibistan û Newroz çîroka xwe dibêjin de jî şerê li Libnanê berdewam dike.

Hizbulah û Îsraîl êrişî hev dikin lê Kurdên jişerreviyayî bi agirê top û teyareyên wan dişewitin.