Berdevkê Hemasê ji Rûdawê re: Em bi Îsraîlê re di şerekî vekirî de ne

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê rêxistina Filistînî Hemasê ragihand wan bi navê “Tofana Eqsayê” li Xezayê dest bi cîhadê kiriye.

Berdevkê rêxistina Filistînî Hemasê Ebdulletîf El-Kanû ji Rûdawê re diyar kir ku di êrişa ku hat destpêkirin de 1000 “mucahid” beşdar bûne.

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî (Hemas) Ebdulletîf El-Kanû li ser êrişa îro danê sibehê ya Tûgayên Îzzeddîn El-Qessam a li dijî Îsraîlê ji Rûdawê re axivî.

Berdevkê rêxistina Filistînî Hemasê Ebdulletîf El-Kanû got:

“Ev êriş bersiva êriş û reftarên hovane yên Îsraîlê ye. Em bi Îsraîlê re di nava şerekî vekirî de ne.”

“Berxwedan dê bidome”

Berdevkê Hemasê diyar kir ku şer û pevçûn didomin.

Ebdulletîf El-Kanû got, “Em dixwazin hedê hikûmeta rastgir a Îsraîlê bidin zanîn.”

Ebdulletîf El-Kanû herwiha destnîşan kir ku divê Îsraîl bizanibe ku berxwedan dê bidome.

Berdevkê Hemasê diyar kir ku ew heta niha li ser zererên bombebaran û pevçûnan ne xwedî agahiyên zelal in.

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku piştî operasyona “Tofana Eqsayê” di êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê de 198 kes mirin û hezar û 610 kes jî birîndar bûn.

Herwiha hat ragihandin ku di êrişên Hemasê yên li Îsraîlê de jî hejmara miriyan bû 40 û 750 kes jî birîndar in.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku ew “di şer de ne”.