MEKKE – Heciya Kurd wefat kir

Hewlêr (Rûdaw) -Kurda ji bo ferza hecê çûbû Erebistana Siûdiyê li Mekkeyê wefat kir.

Berdevekê Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî Mêrivan Naqşibendî ji Rûdawê re ragihand ku welatiya bi navê Zeyneb Salih Zanawer a 69 salî îro li nexweşxaneyeke Mekke jiyana xwe ji dest da.


  

Mêrivan Naqşibendî diyar kir ku bi kesa mirî re nexweşiya dil hebû û got, kurê wê yê li Mekkeyê malbata xwe agahdarkiriye.


Zeyneb Salih Zanawer xelka bajarokê Xelifan a Soranê ye û cenazeyê wê îro li Mekkeyê hat binaxkirin.


Îsal ji Herêma Kurdistanê 3 hezar û 656 kes ji bo ferza Hecê çûne Mekkeyê.