Misir û Yûnanê rêkeftina diyarkirina sînorên deryayî îmze kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Misir û Yûnan derbarê sînorên deryayî di navbera xwe de li deryaya naverast rêkeftinek îmze kirin bi vê yekê hewl didin rê li pêş berjwendiyên Tirkiyê bigirin.

Ev demek e, dihat çavrêkirin ku Misir û Yûnan lihev rûnên û derbarê sînorên deryayî di navbera xwe de li deryaya naverast rêkeftinekê îmze bikin, ev çavrêkirin bidawî bû û di roja 6ê vê mehê de rêkeftin hat kirin.

Samih Şukrî, Wezîrê Derve yê Misirê, dibêje, “Bi hev re, berî demek kurt, me li ser rêkeftineke taybet îmze kir bo diyarkirina navçeya aborî di navbera komara Erebî Misrê û Komara Yûnanê, ev jî piştî çend xulên berdewam ji gotûbêjan di navbera herdû aliyan de di çend salên borî de, hemû birge ligel yasayên navdewletî û yasayên Neteweyên Yekbûyî yên taybet bi deryayan hevdû digirin.”

Li deryaya naverast zêdetirî 122 tirilyon pêsêca gaza suruştî û herî kêm 1.7 tirilyon bermîl petrol heye, vî samanî peywendiyên navbra welatên hewdê deryayê têk daye.

Samih Şukrî dibêje jî, “Ev rêkeftin rê dide Misr û Yûnanê ku ber bi pêş ve biçin, daku sûdê ji samanê beşê herdû welatan li deryaya naverast ku heye werbigirin, bi diyarkirina herdû samanên petrol û gazê.”

Di Mijdara sala 2019ê de, Tirkiyê rêkeftinek ligel hikûmeta Wîfaqa itîrafpêkirî ya Lîbyayê li Terablusê îmze kir, û tê de ji xeynî diyarkirina sînorên deryayî yên navbera herdû welatan de, mijara ewlekriyê jî lixwe girtibû. Ji xeynî Misr û Yûnanê û welatên din yên hewda deryaya naverast vê rêkeftinê red dikin.

Nicos Dendiyas, Wezîrê Derve yê Yûnanê jî diyar kirê “Ev rêkeftineke di navbera du welatên cîran de ye ku rêzê li dîroka hevdû digirin. Ev rêkeftin dijî wê hevtêgihiştina ku di navbera Tirkiyê û Trablusê de heye, ku ev hevtêgihiştin neyasayî ye, û bi îmzekirina vê rêkeftinê me îro ew yek betal kir. Cihê wê hevtêgihiştina ku Tirkiyê û Terablusê di wê kêlîka ku tê de îmzekirin û niha jî di nav tenekeya zibil de ye.”

Di heman dema ku Misir û Yûnanê ew rêkeftin îmze dikirin, Mevlud Çavuşoglu, Wezîrê Derve yê Tirkiyê serdana Terablusê paytexta  Lîbyayê dikir.