Tehran û Bexda 3 bajarên pîşesazî yên hevbeş ava dikin

Tehran (Rûdaw) – Di serdana Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ya bo Îranê de, Tehra û Bexda rêkevtin li ser avakirina sê bajarên pîşesazî yên hevbeş kirine.

 

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi serdaneke fermî li Îranê ye û li Tehranê li gel Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamninêyî û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî hevdîtin pêk anîn.

 

Li gor daxuyaniyên herdu aliyan, Adil Ebdulmehdî û Hesen Ruhanî soz dane ku qebareya bazirganiya navbera herdu welatan zêde bikin û heta du salên din bigihînin 20 milyar dolaran.

 

Qebareya niha ya bazirganiya navbera Iraq û Îranê, salane derdora 12 milyar dolaran e.

 

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li Tehranê ragihand: “Em hêvîdarin ku pêwnediyên geşekirî û pêşkevtî yên navbera Iraqê û Komara Îslamî bibin mînakek û destpêkek ji bo pêwendiyên navbera hemû welatên navçeyê û Iraqê dixwaze di vê asta pêwendiyên li gel Îranê de bimîne û dixwaze van pêwendiyan berfireh jî bike û van pêş bixe û kûrtir bike.”

 

Şandeke bilind û mezin ku ji wezîrên derve, darayî, petrol, bazirganî, plandanîn, tendirustî û veguhastinê, herwiha şêwirmendê asayişa niştimanî ya Iraqê û serokê desteya Heşda Şeibî û 30 nûnerên kerta taybet a Iraqê, di vê serdanê de bi Serokwezîr Adil Ebdulmehdî re çûne Îranê. Ew jî weke nîşanekê ye ji bo wê rêkevtina ku Bexda û Tehran dixwazin di vê serdana du rojî de îmze bikin.

 

Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî jî tekezî li ser berfirehkirina bazirganiya gaz û elektirîkê li gel Iraqê kir û daxwaz kir, kar bo cîbicîkirina plana girêdana herdu welatan bi hevdu bi rêya hêla trenê bê kirin.

 

Hesen Ruhanî herwiha ragihand, di vê serdana Adil Ebdulmehdî de, Tehran û Bexdayê li ser vê yekê rêkevtin kirine ku sê bajarên pîşesazî yên hevbeş ava bikin.

 

Ruhanî got: “Li gel Serokwezîrê Iraqê me çend rêkevtinname nirxandin weke hinardekirina elektrîkê û girêdana herdu welatan bi hêla trenê û boriya gazê di navbera herdu welatan de. Em dixwazin qebareya pevguhertina bazirganî ya navbera herdu welatan di çend mehên pêşerojê de zêdetir bikin û me gotûbêj li ser rêkevtinên taybet bi avakirina sê bajarên pîşesazî jî kirin.”

 

Serdana Serokwezîrê Iraqê bo Îranê piştî serdana şandeke mezin û bilind a Siûdiyê bo Bexdayê tê. Hatibû ragihandin ku armanca sereke ya serdana şanda Siûdiyê bo Iraqê, bihêzkirina pêwendiyên siyasî û aborî yên navbera Riyaz û Bexdayê ye, di demekê de ku rikeberiya Siûdiyê û Îranê ji bo sepandina hejmoniya siyasî û aborî ya xwe li Iraqê bi aşkere xuya ye.

 

Tevî wê yekê, zehmet e ku Iraq bikare yan bixwaze ku dest ji pêwendiyên xwe yên bihêz li gel Îranê bîne, di demekê de ku Iraq %45ê gaza xwezayî ya bo pêwîstiyên xwe û herwiha 1000 Mega Wat elektrîk ji Îranê hawirde dike.

 

Li gor hin çavkaniyan, armanca sereke ya serdana Serokwezîrê Iraqê bo Îranê, navbeynkariya di navbera Erebistana Siûdiyê û Îranê de ye.