"Encûmena Leşkerî ya Minbicê li Încîrlikê hat damezrandin"

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji Rêveberên Encûmena Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil eşkere kir ku wan Encûmena Leşkerî ya Minbicê piştî civînên Amerîka û Tirkiyê, li Baregahê Incirlikê ya li bajarê Edenê yê Tirkiyê bi hev re damezrandine.

 

Derbarê rewşa Minbicê de Mihemed Ebû Adil ji medyaya Tirkiyê re axifî û da zanîn ku heta niha ti leşkerên Fransî nehatine bajêr lê Amerîkayê ji ber gefên Tirkiyê hêzên xwe zêde kirine.

 

Li ser Encûmena Leşkerî ya Minbicê jî ku Tirkiye wê wek "terorîst" bi nav dike, Ebû Adel diyar kir ku ew ti wateyekê nadin van tohmetên Tirkiyê û got: "Amerîkî li baregahê Incirlikê ligel Tirkan axifîn û Encûmena Leşkerî ya Minbicê damezrandin, baş dizanin ka ji kê pêk tê. Lê ji bo êrîşî vî bajarî bikin li hincetan digerin."

 

Rêveberê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adel eşkere kir ku sala 2016ê dema Encûmena Leşkerî li Incirlikê damezrandin, berî vegerin Minbicê ligel berpirsên Tirkiyê jî civiyane û ew baş dizanin ka encûmen ji kê pêk tê.