Hemasê navê 3 dîlên din belav kir

Eli Sharabi, Or Levy û Ohad Ben Ami / Wêne: The Times of Israel

Hewlêr (Rûdaw) - Baskê Leşkerî yê Hemasê navê 3 dîlên din ên Îsraîlî belav kir ku dê sibe berde.

Berdevkê Hemasê Ebû Ubeyde li ser berdana dîlên Îsraîlî daxuyaniyek da.

Berdevkê Hemasê Ebû Ubeyde ragihand:

“Di çarçoveya peymana Tofana Eqsayê ya ji bo bihevguherîna girtiyan de Ketîbeyên Qesamê biryar da ku 3 dîlên din berde.”

Ebû Ubeyde navên dîlên ku dê werin berdan jî ragihand: “Eli Sharabi, Or Levy û Ohad Ben Ami.”

Dîlên Îsraîlî dê sibe radestî Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor werin kirin.

Hikûmeta Îsraîlê piştrast kir ku navên her 3 dîlan gihiştine wan û wan malbat agahdar kirine.

Ohad Ben Ami 56 salî ye û 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan li mala xwe ya li nêzîkî Beriyê ji aliyê Hemasê ve hat revandin.

Eli Sharabi 52 salî ye û li Beriyê hat desteserkirin û jin û zarokên wî hatin kuştin.

Li gorî artêşa Îsraîlê, birayê wî Yasi Sharabi jî heman rojê hat revandin lê dema ku dîl hatibû girtin de mir û termê wî li Xezeyê ye.

Or Levy 34 salî ye û di Festîvala Novayê de hat desteserkirin, hevjîna wî Înavî wê rojê hat kuştin.

Hemasê ragihand ku li hemberî wan, dê Îsraîl 183 girtiyên Filistînî berde.

Agirbesta di navbera Îsraîl û Hemasê de 15ê mehê hat ragihandin û 19ê mehê dest pê kir.

Li gorî agirbestê divê di qonaxa yekem de Hemas 33 dîlan radestî Îsraîlê bike û Îsraîl jî hezar û 900 girtiyan berde.

Ji 19ê Kanûna Paşîn û vir ve Hemasê 18 dîl radest kirin û Îsraîlê jî 583 girtiyên Filistînî berdan.

Divê heta dawiya qonaxa yekem 15 dîlên din û nêzîkî hezar û 500 girtiyên Filistînî werin berdan.

Nêzîkî 80 dîlan mane ku kuştina 34an ji wan ji aliyê Îsraîlê ve hatiye piştrastkirin.