Azad li Libnanê hatibû şewitandin, pismamê wî gumanbar e

Hewlêr (Rûdaw) – Azad Ehmed Etrûşî li Libnanê hatibû kuştin û laşê wî hatibû şewitandin.

Malbata Azad dibêje berê pirsgirêk di navbera wan û apanên wan de hebûye û pismamê Azad gumanbar e.

Azad Ehmed Etrûşiyê (42) ji Dihokê ji ber pirsgirên di navbera wan û apanên wan de ji Başûrê Kurdistanê çûbû li Libnanê karê xwe ava kiribû.

Ji 6ê Kanûna Pêşîna 2023yan ve xeber ji Azad nebû, polîsê Libnanê 28ê 6ê Kanûna Pêşîna 2023yan termê wî li herêma Kesrewanê ya Libnanê dîtibû.

Erşedê birayê Azad li ser kuştina birayê xwe gotibû:

“Birayê me li Libnanê ji aliyê 7 kesan ve hatiye kuştin. Wan berê gule berdaye serê wî, piştre laşê wî şewitandiye û xistiye binê erdê.”

Medyayê Libnanê jî ragihandibû ku çar gumanbar ji Îraqê, du gumanbar ji Tirkiyeyê ne û yek jî xelkê Libnanê ye.

“Pismamekî min hat kuştin”

Erşed Ehmed Hesen bi vî awayî da zanîn ku pismamekî wan gumanbar e:

“Di navbera me û apanê me de pirsgirêkeke malbatî hebû. Par pismamên min û birayên min gule li hev reşandin.

Di wê pevçûnê de pismamekî min hat kuştin. Rapora tiba dadî destnîşan kir ku ew qeza û qeder bû.

Birayê min piştî vê bûyerê çû Dubaiyê, kesekî ji Silêmaniyê bi dek û dolaban berê birayê min da Silêmaniye. Piştî wê haya me jê nema û piştre jî termê wî hat dîtin.”

Erşed herwiha da zanîn ku ji bo girtina gumanbaran fermana girtinê hatiye derxistin.