El Cezîre: Sedat Peker hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeya El Cezîreyê tê îdiakirin ku Sedat Peker li Îmaratê hatiye girtin û dê ji bo Tirkiyê bê îadekirin.

Sedat Pekerê ku wek serokê rexistina sucên organîze tê tometbarkirin di parvekirinên xwe yên sansasyonel yên li ser medya civakî li dijî payebilnd ên Tirkiyê ketibû rojeva Tirkiyê û cîhanê.

El Cezîre di nûçeya xwe de dibêje “Nîşaneyên din jî hene ku têkiliyên her du welatan germ dibin. Karsazê Tirk Mehmet Ali Ozturk ku ji sala 2018’an û vir ve bi sûcdariya fînansekirina komên “terorîst” ên li Sûriyeyê li Îmaratê girtî bû, hat berdan û vegeriya Tirkiyeyê. Hat ragihandin ku Sedat Pekerê tometbarê mafyaya Tirk ê ku di vîdeoyên înternetî yên ku ji sirgûna xwe ya li Dubayê belav kiribû de sûcên skandalî li rayedarên payebilind ên tirk kiribû, ji aliyê rayedarên Îmaratê ve jî hat binçavkirin û dibe ku radestî Tirkiyeyê were kirin, ku ev demeke dirêje daxwaza radestkirina wî dike.”

Lê piştî vê nûçeyê El Cezîreyê daxuyenîyek belav kir û di daxuyanêyê de hat destnîşankirin ku îdiaya navborî di tu nûçeyên sernavê yên malperê de cih negirtiye û di nûçeyeke îmzekirî de gotina "ew hat binçavkirin" behsa demên berê dike.

Rojnamegera El Cezîre Sînem Koseoglû di daxuyaniya xwe de got, "Ne nûçe û ne jî manşeta Cezîrê ya 'Sedat Peker hatiye girtin û wê radestî Tirkiyeyê were kirin' nîne'. Di nûçeyeke ku di malpera me de hat weşandin de hevalê me got, "Hat îdiakirin ku Peker ji aliyê Îmaratê ve hatiye girtin û dê were radestkirin."