YEMEN- Parêzgar hat kuştin (Wêne)

Eden (Rûdaw)- Parêzgarê Edenê yê Yemenê Lîwa Ceifer Sead di teqînekê de hat kuştin.

Bombekire vedayî li taxa Tewahî ya Edenê bi karwanê otomobîlên Parêzgarê Edenê de teqiya.

Di encama wê teqînê de Lîwa Ceifer Sead û 6 zêrevanê wî hatin kuştin.




Hin ajansan dibêjin, ew teqîn bi rêya bombeyeke vedayî bû û hin jî dibêjin bi rêya otomobîleke bombekirî bû, lê ajansa Reuters dibêje, rokêtek li karwanê parêzgarê Edenê ket.

Ceifer Sead beriya ku bibe parêzgarê Edenê, şêwirmendê leşkerî yê Serokê Yemen Ebidrebe Mensur bû.

Li Yemenê çekdarên Hûsî yên şîe li dijî hikûmeta wî welatê ku sunî ye, rabûn û heta niha şer û pevçûn di  navbera wan de berdewam dike.

Eden bajarekî Yemenê ye û dikeve başûrê wî welatî. Li ser Deryaya Erebî û Kendava Eden e.