Li başûrê Beyrûtê teqîneke mezin çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Beyrûta paytexta Libnanê teqîneke mezin çêbû.
Piştî teqîna li taxa Leylekiyê ya li herêma Dahiyeyê ya ku wekî Keleha Hizbulahê tê zanîn, ji herêmê dûman bilind bû.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adrae piştî ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo 6 herêmên li Dahiyeyê gefa êrişê xwar ew teqîn çêbû.
Avichay Adrae 6 cih îşraret kiribûn û hişyariya valakirinê dabû.
Cihên ku Avichay Adrae xwestibû werin valakirin 3 li taxa Hureyk û Leylekiyê bûn û 3 jî li Burc El-Baracineyê bûn.