Salek di ser êrişa Hemasê re derbas bû: Dûmana şer asîmanê Rojhilata Navîn tarî kiriye

Hewlêr (Rûdaw) – Di roja salvegera êrişa Hemasê ya li hemberî Îsraîlê, Artêşa Îsraîlê Beyrûta paytexta Libnanê bombebaran kir.

Şeva borî Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir û çend teqînên mezin pêk hatin. Ji bilî teqînan dûmanê asîmanê Beyrûtê rapêça.

Sibeha 7ê Çiriya Pêşînê, roja destpêkirina şerê Hemas û Îsraîlê ye, niha şer derbasî Libnanê bûye û çirûskên şer gihiştine Îraq, Îran, Yemen û Sûriyeyê.

Di heyama şerê salekê de Xezaya Filistînê wêran bû û 41 hezar kes mirin ku piraniya wan sivîl in.

Artêşa Îsraîlê niha berê xwe daya Hizbulaha Libnanê û şerê li dijî Libnanê.

Medyaya fermî ya Libnanê diyar kir ku doh êvarî Îsraîlê 30 êriş pêk anîne û gurmîna bombebaranê li hemû devera bajêr hatiye bihîstin.

Artêşa Îsraîlê jî li ser bombebaran û êrişên li ser Libnanê daxyaniyek belav kir.

Di wê daxuyaniyê de Artêşa Îsraîlê da zanîn ku gelek cebilxaneyên Hizbulaha Libnanê bomberan kirine.

Artêşa Îsraîlê amaje bi wê yekê kir ku ji bo sivîl zererê nebînin wan gelek tedbîr standine.

Bi rêya kamerayên cihanê di weşana Rûdawê de tê dîtin ku agirên mezin û dûmaneke mezin ji ser başûrê Libnanê bilind dibe.

Heta niha jî dûman ji wan cihan bilind dibe.

Li herêma Sebreyê ya başûrê Beyrûtê gelek kes, hinek bi cante û bi peyan û hinek jî bi motorsîkletan ji ber bombebaranê ji malên xwe derketin.

Hizbulahê diyar kir ku artêşa Îsraîlê hewl daye ji gundê Bilîdeyê yê başûrî Libnanê sînor derbas bike lê wan ew topbaran kirine û ew neçarkirine ku ji herêmê vekişin.

Hizbulahê di berdewamiya daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku ji ber êrişa wan a bi top û mûşekan çend leşkerên Îsraîlê hatine kuştin û çend leşker jî hatine birîndarkirin.

Li gorî daxuyaniya Hizbulahê wan bi dronan êrişî navendeke leşkerî ya Îsraîlê jî kiriye.

"Êrişa berdewam"

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari bi minasebeta salvegera êrişa Hamasê wiha got:

"Em bi hêzêke zêde ji bo vê rojê amade ne."

Li gorî amarên hikûmeta Îsraîlê di 7ê Çiriya Pêşînê de hezar û 205 kes hatine kuştin.

Di nava kuştiyan de kesên ku ewil wekî dîl ketin destê çekdarên Hemasê û piştre jî li Xezeyê di girtîgehê de mirin.

Îsraîl piştî salekê ji wê êrişa Hemasê, êrişên xwe yên li Xezeyê didomîne.

Niha Artêşa Îsraîlê giraniya êrişên xwe biriye ser Hizbulahê.

Doh Artêşa Îsraîlê diyar kir ku wê ji roja duşema hefteya borî ve nêzîkî 440 çekdarên Hizbulahê di êrişên bejayî û asîmanî de kuştine.

Îsraîl dibêje ku êrişa wê li başûrê Libnanê paqijkirina sînoran a ji Hizbulahê ye.

Li gorî Artêşa Îsraîlê, ji ber topbaran û mûşekên Hizbulahê di 12 mehên borî de 92 hezar kes bûne penaber.

Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog Îranê wekî "tehdîdeke domdar" bi nav kir.

Îranê 1ê Çiriya Pêşîn 180 mûşekên balîstîk avêtin Îsraîlê.

Îranê diyar kir ku ew êriş ji bo tolhildanda kuştina Serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye, kuştina Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah û Fermandarê Supaya Pasdarên Îranê yê Libnanê Ebas Nîlfirûşiyan hatiye kirin.

Di êrişa Îranê de welatiyekî Filistînî li Şerîaya Rojava hat kuştin. Li gor dîmenên di êrişê de baregeheke hewayî ya Îsraîlê jî zerer dît.

Ev êrişa Îranê di heman demê de bû destpêkirina êrişa bejayî ya Îsraîlê ya li dijî Libnanê.

Piştî çend rojan ji bombebarankirina tund Îsraîl li seranserî Libnanê dest bi bombebarana baregehên Hizbulahê kir.

"Eniya Berxwedanê bi ser nakeve"

Rayedarekî Artêşa Îsraîlê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji AFPyê re diyar kir ku artêş xwe amade dike ku bersiveke tûnd bide êrişa Îranê.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî diyar kir ku Îranê ji meha nîsanê û vir ve 2 caran "bi sedan mûşek" avêtine Îsraîlê.

Netanyahu tekez dike ku erk û mafê Îsraîlê ye ku xwe biparêze û bersivê bide van êrişan û dê bêguman bersiveke tûnd bide Îranê.

Netanyahu ji aliyê civaka navneteweyî ve bi astengkirina agirbesta Xezeyê û azadkirina rehîneyan tê tawanbarkirin.

Doh berpirsekî Hizbulahê eşkere kir ku piştî êrişên Îsraîlê yên li Libnanê pêwendiya wan bi Haşim Safiyûddîn re qut bûne.  

Dihat çaverêkirin ku Haşim Safiyeddîn şûna Hesen Nasralah bigire û bibe sekreterê nû yê Hizbulahê.

Li gorî medyaya Îsraîlê, Fermandarê Supaya Pasdaran a Îranê Îsmaîl Qanî jî di êrişên Libnanê de hatiye kuştin lê belê heta niha ew nehatiye piştrastkirin.

Divê were gotin heta niha Hizbulaha Libnanê hîn jî serok û sekreterk destnîşan nekiriye.

Rêberê Îslamî yê Îranê Elî Xamineyî roja înê di xutbeye de wiha got:

“Dê berxwedana li herêmê berdewam bike û Îsraîl dê nikaribe Hizbulah û Hemasê tune bike.“

Doh derengê şevê, Îsraîlê hişyarî da niştecihên gelek deverên başûrê Beyrûtê û ji wan xwest ku ku ji wir derkevin.

Li gorî amarên fermî, ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser başûrê Libnanê ji meha Îlonê û vir ve hezar û 110 kes mirine.

"Kabûsek bêdawî"

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Karûbarên Penaberan Philippe Grandi herî dawî bal kişand ser qeyrana mirovî ya li Libnnaê.

Philippe Grandi da zanîn ku Libnan "bi krîzeke pir giran re rû bi rû maye" û hişyarî da ku "bi sed hezaran kes ji ber êrişên asîmanî yên Îsraîlê koçber bûne.

Li gorî berpirsên Libnanê ji ber bombebaranên Îsraîlî heta niha çar nexweşxaneyên Libnanî têk çûne.

Hêza aştîparêz a NYyê ya li Libnanê diyar kir ku Îsraîlê ji wan xwestiye ku ji hin xalên xwe yên leşkerî yên li başûrê Libnanê vekişin lê belê wan ew daxwaz red kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Îraqçî, piştî serdana xwe ya Beyrûtê doh êvarî çû Şamê û diyar kir ku divê qonaxa agirbestê li Xezeyê û Libnanê dest pê bike.

Li aliyê din Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî da zanîn ku divê êdî "ji bo şerê  Xezeyê çek neyên şandin" û êrişa leşkerî ya Îsraîlê ya li ser Libnanê jî rexne kir.

Navbeynkarên Amerîka, Misir û Qeterê bi mehan e hewl didin ku Îsraîl û Hamasê razî bikin da ku şer rawestînin 97 dîlên Îsraîlî  yên di destê Hemasê de ne bên radestkirin.

Desteya Parastina Sivîlan a Xezeyê îro ragihand ku Îsraîlê li bajarê Derbaleyê yê Xezeyê êrişî mizgeftekê kir.

Li gorî daxuyaniyê ji ber êrişê herî kêm kes hatin kuştin.

Artêşa Îsraîlî da zanîn ku wan çekdarên Hemasê kirine armanc û wan êrişî sivîlan nekiriye.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê diyar kir ku heta niha ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê 41 hezar û 825 kes ku piraniya wan jin û zarok in hatine kuştin.