Îsraîlê Beyrût da ber bombeyan: ‘Başûr vala bikin’

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîlê got, “Başûrê Beyrûtê vala bikin” û gelek deverên Beyrûtê dan ber bombeyan.

Hêzên Îsraîlê yên ku ji bejahiyê ve bi pêş dikevin êrişên xwe yên asmanî jî zêde kirine.

Artêşa Îsraîlê şeva borî hişyariya “Başûrê Beyrûtê vala bikin” da û dest bi bombebaraneke dijwar kir.

Bi taybetî herêma Dahiyeyê bû hedefa êrişan û cara ewil êrişî Trablusa li bakurê Libnanê hat kirin.

Li gorî şahidan, êrişan demeke dûvdirêj ajotiye û bûne sedema gelek teqînan.

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah 27ê Îlonê li Beyrûta paytexta Libnanê hat kuştin.

Li hêla din xeber ji Haşim Sefiyedîn nayê standin ku dihat pêşbînîkirin cihê Hesen Nasralah bigire.

Îsraîlê 4ê Çiriya Pêşîn jî ragihandibû ku wan Haşim Sefiyedîn kiriye hedef.

Hemasê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan êrişî xaka Îsraîlê kir û herî kêm hezar û 200 kes kuştin ku piraniya wan sivîl bûn û derdora 250 kesî jî dîl girtin.

Îsraîlê jî 8ê Çiriya Pêşîn êrişî Hemasê kir û û piştre ket Xezeyê û şer niha jî didome.

Her wiha Îsraîl û Hizbulaha Libnanê jî ji 8ê Çiriya Pêşîn a 2023yan ve êrişî hev dikin û şerekî “bikontrol” hebû.

Lê Îsraîlê 17ê Îlonê bi sedan bêtêlên Pagerê yên ku Hizbulah bi kar tîne teqandin.

Her wiha 23yê Îlonê bi sedan caran ji hewayê ve êrişî Libnanê kir û ew êriş heta niha jî berdewam dikin.

Li gorî amarên ku saziyên fermî yên Libnanê didin, ji 17ê Îlonê ve di êrişên Îsraîlê de hezar û 411 kes hatine kuştin ku 104 ji wan zarok û 194 ji wan jî jin in.