Li Efxanistanê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li wilayeta Bedehşanê ya Efxanistanê ji duh ve erd diheje û herî dawî bi mezinahiya 5,2yan erd careke din hejiya.

Saziya Lêkolînên Jeolojiyê ya Amerîkayê (USGS) ragihand ku li gorî saeta herêmî 17.53yan li navçeya Curmê ya Bedehşanê bi mezinahiya 5,2yan erd hejiya.

Hat gotin ku erdhej 75 kîlomêtreyan di binê erdê de çêbû.

Li wilayeta Bedehşanê duh êvarê bi mezinahiya 5,8, îro serê sibê jî bi mezinahiya 5,3yan erd hejiyabû.

Erdhej li Ozbekistan, Tacikistan û Pakistana welatên cîran jî hat hîskirin.

Rêvebiriya Talibanê hîn jî derbarê ziyanan de ti daxuyanî nedaye.

Bedehşan li ser Çiyayê Hîndîkuşê ye û timî erd lê diheje.

Li Efxanistanê di Hezîrana 2022yan de li wilayeta Paktîkayê bi mezinahiya 5,9an erd hejiyabû û 1200 kesî canê xwe ji dest dabû.