Hakan Fîdan derbarê PKKyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku têkoşîna wan li hemberî PKKyê berdewam dike û got, “Împaratoriya tundiyê li ber hilweşînê ye.”

Wezîrê Karên Dervê yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê bi Wezîrê Karên Derve yê Urdinê Eymen Safedî re civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

“DAIŞ ji bo Misilman jehr e"

Hakan Fîdan behsa rewşa li Sûriyeyê kir û wiha got:

"Me bi hev re behsa giringiya îstiqrara mayînde ya li Sûriyeyê kir.

DAIŞa rêxistina terorê ji bo civakên Misilman jehr e."

“Îraqê çavê xwe ji dagirkeriya li Şingalê re digire”

Fîdan her wiha got ku têkoşîna wan li dijî PKKyê berdewam dike û wiha domand:

“Împaratoriya tundiyê ya ku wan li ser birayên me yên Kurd a bi îstismarkirina hestên wan ên bi rûmet ava kiriye li ber hilweşînê ye.

Şikir ji Xwedê re li Tirkiyeyê paqijiyeke mezin hat kirin.

Birayên me yên li Îraqê çavê xwe ji dagirkeriya li Şingalê re digirin.

Em nizanin çima wisa dibe lê dibe ku ew dê piştî demekê ji holê rabe."

Fîdan bangî welatên rojavayî kir û wiha axivî:

“Eger li herêmê armancên we cuda bin û bi hinceta DAIŞê hûn bixwazin PKKyê xurt bikin û xizmeta siyaseteke din bikin, ji vê yekê re rê tune."

Wezîrê Karên Derva yê Urdinê Eymen Safedî jî got divê Sûriye dîsa bigîhêje ewlehî û aramiya xwe ya berê.

Safedî wiha axivî:

"Her tiştê ku ewlehiya Tirkiyeyê tehdîd dike, ewlehiya herêmê jî tehdîd dike.

Di mijara zehmetiyên ku em rûbirû dimînin de, em bi aliyê Tirkiyeyê re hevkariyê dikin ku li herêmê ewlehî û aramî zêde bibe."

“Kurd divê bi pêkhateyên din re wekhev bijîn”

Wezîrê Karên Derve yê Urdinê her wiha got:

“PKK nûnertiya Kurdên Sûriyeyê nake. Li Sûriyê em mafê Kurdan nas dikin ku li ser axa xwe bi pêkhateyên din re wekhev bijîn.

Em dixwazin hemû pêkhate li Sûriyeyê wiha bijîn.”