Bajarê Xelîl anku Hebron di navbera pirsgirêkên Cihû û Filistîniyan de
Xelîl/Hebron (Rûdaw) - Bajarê Xelîl li Kerta Rojava ya Filistînê ku Filistînî jê re dibêjin Xelîl û cihû jî jê re dibêjin Hebron.
Navê bajêr li ba filistîniyan, ji navê pêxember Îbrahîm hatiye, ku wek Îbrahîmê dostê xwedê yan Îbrahîm Xelîl li ba misilmanan tê naskirin.
Ji bo cihûyan jî duyem pîroztirîn bajar e û cihû ji bajar re dibêjin Hebron yan bajarê aramgeha mirovên pîroz.
Tiştê ku herdu alî li ser li hev dikin, hebûna gora pêxember Îbrahîm e. Gor di navbera mizgeftekê û perestgeheke cihûyan de hatiye dabeşkirin.
Duyem pîroztirîn bajar ji bo cihûyan û çarem pîroztirîn bajar li ba misilmanan kiriye ku bajar bibe cihê herî zêde nakokî li ser li Kerta Rojava li Filistînê.
Nêzîkî 270 hezar filistînî û 800 cihûyên îqamenişîn li bajêr dijîn.
Mala Ebû Dawid, tenê çend kolanan dûrî mezargehê ye. Kurê wî di mizgeft û mezargehê de kar dike. Her roj di pirsgehên îsraliyan re derbas dibe û nêzîkî pêncî salî ye cîranê nişîngeha cihû ya Xelîlê ye.
Hesen Qafîşe (Ebû Dawid) ji nişteciyên bajarê Xelîl anku Hebron ji Rûdawê re dibêje: “Nişîngeh bi awayekî giştî ne baş e. Eger tu herî hundir bi başî bi te re tevnagerin. Pirsgeh baş tevnagerin. Ji her cihûyekî nişîngenişîn re 10 leşker hatine danîn da wan biparêzin. Li vê navçeyê! Çima? Reftara xwe bi ereban re baş bikin. Cihû ji sala 1929an ve li vir dijîn. Lê di 1929an de pirsgirêk derket û berdan wan. Lê ew li vir jiyan û di dema desthilata xîlafeta îslamî de berî 500 salan û berî 1000 salan. Hinek xanî li vir hene ku di esl de xaniyên cihûyan in. Lê yên ku nû hatine ew radîkal in. Bi başî bi xelkê re tevnagerin. Hikûmet jî bi heman awayî.”
Ebû Dawid tekez dike: “Li vir, li navçeyên ku nêzîkî nişîngeha cihûyan in, hikûmet xaniyên ereban hildiweşîne û xaniyan ji cihûyan re ava dike, çima? Êdî bi vî awayî ye. Li vir divê ruxseta te hebe û divê tu li wir ruxsetê wergirî. Her tişt di destê hikûmeta Îsraîlê de ye. Vê hiştiye ku alozî di navbera herdu aliyan de çêbibe.”
Ji bo dema nêzîkî 700 salan, desthilatdarên misilman rê li ber derbasbûna kesên ne misilman bo nav mezargehê digirtin.
Bi kontrolkirina Kerta Rojava ji aliyê Îsraîlê di 1967an de, ev hevkêşe hate guhertin. Cihûyan hinek caran li mezargehê bi misilmanan re nimêj dixwend.
Di 1929an de, nêzîkî 69 cihûyan li nêzîkî mezargehê ji aliyê filistîniyan hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn. Ji bo pêşîgirtina li berfirehbûna tundûtîjiyan, desthilatdarên brîtanî wê çaxê cihû ji Xelîl guhastin cihên din.
Berdevkê Nişîngeha Xelîl a Cihûyan, Noam Arnon ji Rûdawê re dibêje: Berî vegera cihûyan ti kes li vir nedijiya. Ev perestgeh bi temamî hatibû hilweşandin. Me ev perestgeh careke din nûjen kir. Bi heman dîzayna ku berê hebû. Me qubeya perestgehê careke din çêkir. Va niha dîsa bûye cihê xwedêperestî û nimêjkirinê. Niha ev wek monumentekê ye. Monumenta têkbirina terorê. Berî çakkirina wê wek monumentekê bû bo şikandina terorê, lê niha monumenteke bo serkeftina li ser terorê.
Salekê piştî kontrola Kerta Rojava ji aliyê Îsraîlê, oldarê cihû Moşê Levinger û çend cihûyên din bi navê geştyarên Swîsrayê, otêleke bajêr kirê kirin û paşê ji otêlê derneketin ûdaxwaza niştecîkirina cihûyan li derdora mezargehê dikirin. Her çiqasî pêşî hikûmeta Îsraîlê bi daxwaza wan cihûyan razî nebû, lê paşê di bin guvaşê de razî bû nişîngehek bê avakirin.
Nişîngeha cihûyan û pêwendiya misilman û cihûyan li nêzîkî mezargehê, yek ji mijarên herî aloz û tijî pirsgirêk e di navbera Filistîn û Îsraîlê de.