Sefera Nan û Mast hat lidarxistin: Nabe em nirxên xwe ji bîr bikin

Laliş (Rûdaw) – Kurdên Êzidî îro li Perestgeha Lalişê ya pîroz kom bûn û merasîma "Sefera Nan û Mast" hat lidarxistin.
Ev kevneşop ku bi hezaran salan e tê pêkanîn, xwedî rûmeteke mezin e di nav civaka Êzidiyan de û beşdarên merasîmê dibêjin nabe ku ew nirxên bav û bapîrên xwe ji bîr bikin.
Beşdarvan bi nan, mast û hinekî din kelûpel ve gihîştin cihê pîroz ku li wir Baba Çawîş li pêşiya wan amade bû.
Mêvan di nav kolanê xêrê re derbaz bûn û li beşên cuda yên perestgehê geriyan.
“Divê em li baweriya xwe xwedî derkevin”
Yek ji beşdarbûyên merasîmê Nefiya Esferê wiha got: "Şopa bab û bapirê me ye bav û bapîrên me ev parastine em jî mecbûr in wekî wan vê şopê biparêzin.
Mirov bi sirûşta xwe ve diyar e, nabe çend tişt paşbikevin, nabe qewma bav û bapîran bê hêlan. Lazim e mirov li dû bav û bapîrên xwe be."
Beşdarên merasîmê mastê ku bi xwe re anîbûn, pêşkêşî Nala Feqîrî, mijêwrê perestgehê kirin.
Beşeke mast bi ava kaniya spî û kaniya zemzem hat tevlihevkirin û wekî dew hat amadekirin ku dê paşê were bikaranîn.
Nan jî li cihê taybet hat danîn û piştî ku bi ava Lalişê li ser hat reşandin, wekî bereket li gel xwe birin.
Jina bi navê Zewrzê Mîrza jî, beşdareke din a merasîmê bû û wê jî kêfxweşiya xwe wiha anî zimên:
"Geleke xweş e em hemû gundiyên hevdû li vir kom dibin û em ji bo xwe dia dikin.
Înşala sala xêr û xweşiyê be."
Merasîm bi dîlaneke komî ku beşdarvanan gêrand bidawî bû ku di nav de keyf û xweşiya xwe diyar kirin.
Li gorî şarezayên dînê Êzidiyan, dîroka van merasîman vedigere bi hezaran salan.