Grûpeke “sune” kuştina sedrkirdeyê Hizbulahê girte stûyê xwe

 

Hewlêr (Rûdaw)- Grûpeke bi navê “Azadîxwazên Sune li Beilbekê” kuştina serkirdeyê Hizbulahê Libnanê Hesan Holo el-Luqeyis girte stûyê xwe.


Yek ji serkirdeyên Hizbulahê Libnanê bi navê Hesan Holo el-Luqeyis şeva borî li ber mala xwe li paytexta Libnanê Beyrûtê hat kuştin.


Ofîsa ragihandina Hizbulah di daxuyaniyekê de aşkere kir ku el-Luqeyis şeva borî saet 12ê li ber mala xwe li navçeya San Tîrêz di dema ku ji karê xwe vedigeriya de hat kuştin.


Grûpa “Azadîxwazên Sune li Beilbekê” li ser Twitterê nivîsandiye ku ew bi fermî kuştina el-Luqeyisî digirine stûyê xwe û got “Ev operasyona cîhadî ji aliyê şêrên sune yên azadîxwaz li Libnanê li dijî wê partiyê hatiye encamdan”.


Grûpê herwiha Hizbulahê bi tundî rexne kir û got “Me gelek caran derbarê kar û girtinên ku derheqê suneyên li Beilbekê (bajarekî Libnanê ye) çêdibin hişyarî dabû”.


Grûpê car din hişyarî da Hizbulahê ku her kesekî sune li Beilbekê bike armanca xwe û got “Ev operasyon destpêka şerê paqjikirinê yê mezin e”.


Hizbulah di daxuyaniya xwe de Îsraîl bi kuûştina el-Luqeyis tometbar kiribp û gotibû “Berê jî Îsraîlê li çend navçeyan gelek caran hewl daye el-Luqeyis bikuje”.

Lê berpirsên Îsraîlê ew tomet red kiribûn.