LIBNAN - Ji ber êrişên Îsraîlê bajar vala dibin: ‘Em dê careke din bikin’

Hewlêr (Rûdaw) - Roj bi roj operasyona bejahî ya Îsraîlê ya di nav axa Libnanê de berfirehtir dibe.

Li başûrê Libnanê ji ber tirsa şer nêzîkî 100 gund û bajarok hatine valakirin.

Li gorî artêşa Îsraîlê, wan di 4 rojên operasyona xwe ya bejahî de, zêdetirî 2 hezar pêgehên Hizbulahê wêran kirine û herî kêm 250 çekdarên Hizbulahê jî kuştine.

Serokerkanê Îsraîlê Herzi Halevi got:

“Em careke din rê nadin ku Hizbulah pêgeha xwe li wê herêmê bihêz bike.

Dê lêdanên me yên tund li Hizbulahê, li hemû herêmên wekî Beyrût, Geliyê Bîqa û başûrê Libnanê berdewam bin.”

Li Tehranê jî gotara Înê ya Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê li ser şer bû.

“Em dê careke din bikin”

Rêberê Îslamî yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî jî anî ziman:

“Her karê ku bi nêrîna biryarderên serbazî û siyasî, jîrane û rast be di dema xwe de tê kirin.

Her wekî wê ya ku me kiriye û eger di demên bê de jî pêwîst be em dê careke din bikin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî tevî ku li Beyrûtê hişyarî da Îsraîlê lê got welatê wî ne li gel zêdebûna aloziyan e.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî da zanîn:

“Eger Îsraîl çalakiyekê li dijî Îranê bike, bêguman em bersivê didin û karvedana me ji êrişa wan tundtir dibe.

Em piştgiriyê li wan hewlên ku ji bo ragirtina şer in jî dikin, bi mercê ku mafên xelkê Libnanê parastî bin.”

Di êrişên bejahî û asmanî yên Îsraîlê yên li Libnanê de nêzîkî 2 hezar kesî hatine kuştin û zêdetirî milyonek û 200 hezar kes jî koçber û derbider bûne.