Li Yemenê rewşa mirovî gelek xerab e

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberên kampên parêzgeha Lehic li Başûrê Yemenê, ji ber nebûna xwarinê û alîkariyên mirovî di rewşeke xerab de dijîn.

Omer xelkê parêzgeha Hudeyde ye li rojavayê Yemenê, niha li vê kampê di hejariyê de li gel malbata xwe dijî.

Omer Şamî, Peneberekî Yemenî, dibêje, “Keça min pirsgirêka wê ya kêmxwarinê heye. Her tişt li cem me buha ye, rojê em yek dan xwarin dixwin, Em dîsa jî dibêjin Spas ji Xwedê re, tenê ev derman li ba me heye.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, nêzîkî 20 milyon kes ji xelkên Yemenê ku hejmara wan 31 milyon kes e, pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî heye, ji wan jî 5 milyon kes di birçîbûnê de dijîn.

Niha 2 milyon û 300 hezar zarok li Yemenê li gorî Rêxistina UNICEFa zarokan a Cîhanî, pirsgirêkên wan ên kêmxwarinê hene, ji wan 400 hezar zarok rewşa wan gelek xera be û pêdiviya wan bi alîkariyên bi lez heye.

Esma Muhemed, Çalakvana Civakî, dibêje, “Rewşa penaberan gelek xerab e, ji ber kêmxwarinê zarok tenê hestî mane, xwarin jibo zarokan tune ye, gelek zarok li kampê ji ber kêmxwarinê mirin û gelek nexweşî di nav zarokan de belav bûne.”

Neteweyên Yekbûyî daxwaza 4 milyar dolar kiriye ji bo alîkarîkirina xelkên Yemenê heta Kanûna bê, lê heta niha tenê 2 milyar û 600 milyon dolar hatine komkirin.

Bernameya Xurak a Cîhanî ji aliyê xwe ve hişyarî da, eger alîkarî negihjin destê wê, ew neçar e di Cotmehê de xwarinê li ser 3 milyon û 200 hezar kesan qût bike li Yemenê û heta meha Kanûnê, dê hejmar bibe 5 milyon kes.

Piştî ku tevgera Hûsiyan a Yemenê ku Îran pişgiriya wê dike, di 2014an de Senaaya paytext kontrol kir, şer li wî welatî destpê kir, piştre Siûdiyê Hevpeymaniya Erebî ava kir û  ji bo alîkariya hêzên hikûmeta fermî şer li dijî  Hûsiyan destpê kir, di encamê de heta niha bêhtir ji 140 hezar kes hatine kuştin û 4 milyon kes jî derbider bûne.