FLAŞ – Hemû sînorê navbera Cerablus-Ezazê kete destê Artêşa Tirkiyê
Li gorî agahiyan, di 12mîn roja operasyona Tirkiyê di nav axa Sûriyê ya bi navê Mertala Firatê de, Artêşa Tirkiyê û çekdarên komên girêdayî Artêşa Azad a Sûriyê li derdora bajarokê Elraî çend gundên din ji destê çekdarên DAIŞê derxistin û bi wê yekê hemû deverên ser sînorê Tirkiye-Sûriyê kontrol kirin.
Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, ku di 12mîn roja operasyona Mertala Firatê de, Artêşa Azad a Sûriyê bi piştgiriya Artêşa Tirkiyê gundên Tuweyran, Xelîliye, Bab Lemon, Hac Welî, Suweyde, Elkadî, Xenemiye, Qubet Turkemen û El-Mutmine kontrol kirin.
Bi wê yekê hemû sînorê hevbeş ê Tirkiye-Sûriyê her ji Cerablusê heta Ezazê niha di kontrola Artêşa Tirkiyê û çend yekîneyên Artêşa Azad a Sûriyê de ye.
Duh 3ê Îlonê Artêşa Tirkiyê ji milê sînorê bajarokê Elraî jî derbasî nav axa Sûriyê bû û dest bi operasyonê kir.
Artêşa Tirkiyê bi 20 tank û 10 zirêhpoşan derbasî devera Elraî bû û piştgirî da çekdarên ser bi Artêşa Azad a Sûriyê û li wî milî ve jî dest bi operasyona li dijî DAIŞê kir.
Roja 24ê Tebax a 2016ê jî Artêşa Tirkiyê operasyona Mertala Firatê bo girtina Cerablusê dabû destpêkirin û li aliyê Cerablusê destwerdana leşkerî di nav axa Sûriyê de kiribû.