Êrişa xwekujî li nêzîkî Konsulxaneya Amerîka li Cedeyê

Navenda Nûçeyan - Îro li nêzîkî Konsulxaneya Amerîka ya li bajarê Cede yê Erebistana Siûdiyê teqîneke xwekujî pêk hat.

Di saetên destpêkê yên îro duşemiyê de li bajarê Cede yê Erebistana Siûdiyê teqînek pêk hat.

Li gorî zanyariyan, teqîn xwekujî bûye û li nêzîkî Konsulxaneya Amerîka ya li bajarê Cedeyê qewimiye.

Rojnameya Okaz a Erebistanê ragihand, ku di vê êrişa xwekujî de tenê kesê xwekuj hatiye kuştin û ti kuştî û birîndarên din çê nebûne.

Lê Aljazeera ragihand, ku di encama teqîna xwekujî de polîsek birîndar bûye. Herwiha Arabnewsê jî amaje bi birîndarbûna 2 kes ji hêzên ewlehiyê yên Erebistana Siûdiyê kiriye.

Li gorî kanala ABC News jî ti zirar negihîştiye dîplomat û karmendên Konsulxaneya Amerîka û ti kes ji wan birîndar nebûye.

Piştî teqînê dîplomatên amerîkî bo chekî ewle hatin veguhastin.

Ajansa Asociated Press (AP) ragihandiye, berdevkekî Koşka Spî  ku navê wî nehatiye aşkerekirin, êriş piştrast kiriye û gotiye, ku rayedarên Amerîka bi aliyên pêwendîdar ên Siûdiyê re hewl didin derbarê êrişê de zanyariyan kom bikin.

Êrişa li Cedeyê di demekê de ye, ku îro duşemî 4ê Tîrmehê roja niştîmanî ya serxwebûna Amerîka ye.

Sala 2004an rêxistina Elqaîdeyê êrişî Konsulxaneya Amerîka li bajarê Cedeyê kiribû û di encama wê êrişê de 9 kes hatibûn kuştin, ku 5 ji wan karmendên xwecihî yên konsulxaneyê û 4 kes jî ji hêzên ewlehiyê bûn.