Fermandarekî tirkmen ê beşdar di şerê Efrînê de li Lîbyayê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarekî Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ya opozisyona Sûriyê, ku berê weke Artêşa Azad a Sûriyê dihat naskirin, ku di şerê Efrînê de jî beşdar bûbû, li Lîbyayê hat kuştin.

Li gor agahiyan, fermandarekî tirkmen ê grûpa çekdar a Sultan Murad, yê bi navê Ebû Hemûd di şerê li Lîbyayê de ji aliyê hêzên ser bi General Xelîfe Hefter ve hatiye kuştin.

Grûpa Sultan Murad yek ji komên çekdar ên ser bi opozisyona Sûriyê ye, ku Tirkiye piştgiriya wan dike.

Ebû Hemûd jî weke bi hezaran çekdarên din ên grûpên çekdar ên li Idlibê û Efrînê, ji bo piştgiriya Hikûmeta Wîfaqa Niştimanî ya Lîbyayê, ji aliyê Tirkiyê ve bo Lîbyayê hatibû şandin.

Ajansa IHA ya Tirkiyê ragihandiye, ku cenazeyê wî fermandarê grûpên çekdar ji Lîbyayê ve bo Sûriyê hatiye vegerandin.