Îsraîlê qedexe danî ser Guterres

Hewlêr (Rûdaw) – Birêvebiriya Îsraîlê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres wekî "zilamê nayê xwestin" îlan kir û ketina wî ya Îsraîlê qedexe kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Katz, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres wekî "zilamê nayê xwestin" îlan kir.

Di daxuyaniya Wezreta Karên Derve ya Îsraîlê de hat gotin ku hatina welat a Guterres hatiye qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, ji ber ku Guterres piştî êrişa mûşekan a Îranê daxuyanî daye der heqê wî de ev biryar hatiye dayîn.

"Heq nakin ku lingê xwe bavêjin ser axa Îsraîlê"

Katz di daxuyaniyê de Guterres wekî dijberê Îsraîlê sûcdar kir û wiha got:

"Hema bêje hemû welatên dinyayê êrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê ya kirêt şermezar kir lê yên ku nikarin vê êrişê şermezar bikin, heq nakin ku lingê xwe bavêjin ser axa Îsraîlê."

Guterres duh piştî êrişa Îranê ya li Îsraîlê daxuyanî dabû û berfirehkirina pevçûnên li Rojhilata Navîn şermezar kiribû û bangewaziya agirbesta bilez kiribû.