Qeys Xezelî peywendiyên reş ên Îran û Muqteda Sedr eşkere dike

Hewlêr (Rûdaw) – Serkirdeyê Esayîb Ehlî Heq û Fermandarê Berê yê Ceyşê Mehdî Qeys Xezelî ku di sala 2004an de ji Tevgera Sedr hatiye dûrxistin, peywendiyên Îran û Muqteda Sedr eşkere dike.

 

Piştî zêdetirî 10 salan, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê dosyeyên lêpirsînê yên serkirdeyekî milîs û siyasî ya Iraqê belav kir. Dokumentên ku hatine belavkirin, zanyariyên nû li ser serkirde û rola Îranê di perwerde û gihandina komên çekdar ên Şîe yên Iraqê de eşkere dike, herwiha wê yekê ku çawa Îran ji 2003an şûnde hewla avakirin û bihêzkirina wan hêzên milîs daye ku niha bandora wan a rasterast di pêvajoya siyasî ya Iraqê de heye.

 

Dosyeyên lêpirsînê ya Serkirdeyê Esayîb Ehlî Heq û Fermandarê Berê yê Ceyşê Mehdî Qeys Xezelî, çend meh beriya destûra belavkirinê, hatiye wergirtin. Eşkerekirina van dosyeyan jî di demekê de ye ku Esayîb Ehlî Heq aktoreke sereke ye di nav hewldan û nîqaşên pêkanîna hikûmeta Iraqê de û ji aliyekî din ve jî îdareya Koşka Spî û Kongres mijûlî gotûbêjkirina wê yekê ne ku gelo wê komê têxin nav lîsteya terorê yan na. Rûdawê beşek ji dosyeyên lêpirsînê xwendiye û ji wan dosyeyan kurteyek tîne pêşberî xwendevanan.

 

Li gor belgeyan rojên 23 û 25ê Adara 2007an, Qeys Xezelî li gel Muqteda Sedr û hejmarek karbidestên din ên Tevgera Sedr di Hezîrana 2003an de serdana Îranê kirine. Serdan li ser vexwendina hikûmeta Îranê bûye û armanca serdanê jî "aşînabûna bi Ceyşê Mehdî û ofîsa Şehîd Sedr" bûye. Qasim Suleymanî jî mazûvaniya şandê kiriye.

 

Rûniştina taybet a şandê li gel Refsencanî û Mehmûd Haşimî hebûye ku têde behsa Iraqê, Necef û pirsên Şîe hatiye kirin. Ew civîn tenê li ser mijarên giştî bûye û ti pêşniyareke alîkariya darayî û leşkerî nehatiye kirin.

 

Piştî vê civînê, şanda Qeys Xezelî û Muqteda Sedr, bi Rêberê Îranê Elî Xaminêyî û Fermandarê Supaya Quds Qasim Suleymanî û General Hacî Yûsifî re hevdîtin kirine ku di hevdîtinê de aliyê Îranî amadeyiya xwe ji bo alîkariyên darayî nîşan daye ji bo "operasyonên Ceyşê Mehdî û Tevgera Sedir" û weke ku Qeys Xezelî ji Amerîkayê re behs kiriye "wê demê Muqteda Sedr pêşniyarên wan ne qebûl kir û ne jî red kir".

 

Xezelî ku 44 salî ye, îtiraf kiriye ku piştî vegera wan ji Îranê, Supaya Pasdaran pêşniyara alîkariya mehane 750 hezar heta milyonek dolar ji Muqteda Sedr re kiriye. Lê belê Sedr gelek xwestiye ku Ceyşê Mehdî serbixwe be û serweriya wê hebe, ji ber vê yekê komek şert û merc xistibû pêşberî wan, ji wan mercan; nifûza Îranê ti car bi ser operasyonên Ceyşê Mehdî û çawaniya xerckirina pereyan nebe. Îranê şert û mercên Sedr qebûl kirine. Pere jî bi rêya ofîsên veguhestinê û guhertina pereyan dihate şandin. Fermandarê Esayîb Ehlî Heq Qeys Xezelî mikur hatiye ku carekê 2 – 3 milyon dolar ji bo pêwîstiyên taybet ên Ceyşê Mehdî hatine şandin.

 

Li gor belgeyên 29ê Adarê, Qeys Xezelî 5 – 6 carên din jî serdana Îranê kiriye, piraniya caran jî bi Hacî Yûsifî re hevdîtin kiriye ku di dawiya sala 2003 yan destpêka 2004an de serdana Necefê kiribû daku şêwaza veguhestina alîkariyên darayî gotûbêj bikin.

 

Qaçaxiya çekan

 

Di belgenameyeke lêpirsîna 29ê Adara 2007an de Qeys Xezelî behsa çawaniya veguhestina çek û teqemeniyan ji Îranê bo komên milîs dike. Çek bêbedêl dihatin şandin û her fermandar bi wê yekê berpirs bû ku bi xwe çekên ku ji bo koma xwe pêwîst e bixwaze. Lê belê "gelek kêm car çekên ku dihatin şandin, ew çek bûn ku hatibûn xwestin, çimku Îran bi xwe biryar dida kîjan çekan bişîne".

 

Di belgeyeke lêpirsînê ya 30ê Adarê de behsa wê yekê tê kirin ku teqemenî bi awayekî sereke di çiravên parêzgeha Mîsan re dihatin veguhestin. Eşîrên wê parêzgehê jî erkê veguhestinê digirtin ser xwe, ji ber ku ew yekane rêya peydakirina dahata eşîran bû.

 

Ceyşê Mehdî û komên taybet (ku bi destpêşxeriya Sedr hatibûn avakirin), hejmareke "sînordar" ji wan bombeyan wergirtibûn, lê piraniya wan cure bombeyan ji wan koman re diçûn ku di belgenameyê de "komên Xumeynî" ango nêzîkî Îranê hatine binavkirin.

 

Perwerde û rahênan li Îranê

 

Di belgenameyeke îtirafên Qeys Xezelî de behsa kampên perwerdeya komên çekdar ên Şîeyên Iraqê li Îranê tê kirin. Belgenameya ku li ser wê 26ê Adarê dinivîse, eşkere kiriye ku fermandarê koma milîs peywendî bi fermandarê xwe yê Îranê dike, ew jî dem û xala sînorî ya ji bo derbasbûna çekdaran û şêwaza veguhestina koman destnîşan dike ku piraniya caran ji 10 – 20 çekdaran pêk dihatin.

 

Li gor belgenameyê, sê kampên rahênana çekdarên Iraqî li Îranê hebûn û pênc fermandarên Supaya Pasdaran serperiştiya kampan û perwerdeya wan dikir.

 

Qeys Xezelî eşkere dike ku hemû komên ku li Iraqê şer dikin, perwerde û rahênan li Îranê wergirtine, heta El Qaîde jî.

 

Kompaniyên Tevgera Sedr

 

Xezelî qala lijneya darayî ya Tevgera Sedir dike ku hejmareke mezin a kompaniyan û berjewendiyên darayî li Iraqê heye. Ew kompanî li gel hejmarek rêxistin, girêbestên wan hene û heta bi rêya wezaretan jî ji hikûmetê girêbest werdigrin. Qeys Xezelî amaje bi wê yekê jî kiriye ku ew pereyên bi rêya wan kompaniyan dikeve destê ofîsa Sedr, ji wê qasî zêdetir bû ku bikarin hesab bikin.

 

Li gor belgenameya 25ê Adara 2017an, dema Tevgera Sedr piştî hilbijartinên 2005an kursiyên wan ên wezîriyê li hikûmeta Iraqê çêbû, desthilata xwe ya li wan wezaretan bi kar dianî daku girêbest û îhale ji wan kesan re werin dayîn ku ser bi Tevgera Sedr in.

 

Qeys Xezelî di sala 2004an de ji Ceyşê Mehdî hat dûrxistin, ji ber ku bi tena serê xwe ferman derxistibû û ji bo xwe jî di nav "komên taybet" de komeke taybet pêk anîbû. Xezelî di Adara 2007an de li Besrayê ji aliyê hêzên hevpeymaniyê ve hat desteserkirin û nêzîkî sê sal di girtîgehê de ma.