Nêçîrvan Barzanî bo serdana Îmaratê hat vexwendin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jibo ku serdana Îmaratê bike, bi fermî ji aliyê Cînişînê Ebû Zebî û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdarên wî welatî ve hat vexwendin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, îro di hevdîtinekê de Konsulê Giştî yê Îmaratê yê li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Elzarî îro vexwendinnameya bo serdana Îmaratî radestî Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Konsulê Giştî yê Îmaratê silavê serok û serokwezîr û Cînişînê Ebû Zebî gihand serok Nêçîrvan Barzanî û vexwendinnameyeke birêz Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan, Cînişînê Ebû Zebî û Cîgirê Fermandarê Bilind ê Hêzên Çekdarên wî welatî, jibo serdana Îmaratê radestî Serokê Herêma Kurdistanê kir, ku têde tekezî li ser xwesteka Îmaratê bo pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de kiriye.”

Li gor daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê li hember vexwendina bo Îmaratê kêfxweşiya xwe nîşan da û ragihand, di demekê de ku jibo herdu aliyan guncaw be, dê serdana Îmaratê bike.

Nêçîrvan Barzanî di vê hevdîtinê de herwiha pêwendî û dostatiya Iraq û Herêma Kurdistanê li gel serkirdatî, hikûmet û gelê Îmaratê jî bilind nirxand.

Herdu aliyan di hevdîtinê de, “pêşhatên dawî yên li Iraqê, hilbijartinên Iraqê yên bê, pêwendiyên Iraqê û Herêma Kurdistanê li gel Îmaratê û giringiya bêtir pêşxistina wan pêwendiyan di warên aborî û bazirganî de” jî gotûbêj kirin.

Pêştir Qeterê jî bi awayekê fermî vexwendinnameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şandibû daku serdana wî welatî bike.