Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: DAIŞ neteweyan qirdike

 

Hewlêr (Rûdaw)- Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Internationla), ragihand ku gelek delîl hene Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li Herêma Kurdistanê û Iraqê mirov kuştina  

Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê de hat ragihandin ku rêxistina DAIŞê herêm kiriyê wekî gola xwîne.

Rêxistinê diyar kir ku heyva tebaxê li Şingalê delîlên nû hene çekdarên DAIŞê sedan kesên sîvîl kuştinê û wiha gotiyê, “Zarokên 12 salî û zilamên ketin destê DAIŞê hatine kuştin.”

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ragihand ku kiryarên DAIŞê yên li Iraqê dike ti aqil û wijdan qabul nake û bo lêkolînen bûyeran  komek şandine.

Encûmana Mafên Mirovan ya NYyê da zanîn DAIŞ xiristiyan, tirkmen, êzîdî, şebek, şîi û kurdan gef dikin.

Şingal 3 Tebaxê ket destê DAIŞê. Piştî êrîşên DAIŞê hezaran kesa mal û milkên xwe terkkirin û çûn Dihokê, Hewlerê û Rojavayê Kurdistanê.

Li gorî daneyên NYyê 50 hezar êzîdî penaberê Çiyayê Şingalê bûn.

DAIŞê yên ku nekari birevin kuştin û sedan jin û zarok jî revandin.