Îsraîlê bersivand: Tirkiyeyê bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re rawestand?

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê ragihand ku Erdogan, bi astengkirina benderên hinarde û hawirdeyê yên Îsraîlê peymanan bin pê dike.

Mijara bazirganiya Tirkiyeyê ya bi Îsraîlê re ji destpêkirina şerê Xezeyê di rojeva Tirkiyeyê de ye û zexteke zêde li hikûmeta AK Partiyê tê kirin ku dawiyê bi wê bazirganiyê bîne.

Herî dawî di medyayên biyanî de hat îdiakirin ku Enqereyê hemû hinarde û hawirdeya xwe ya bi Îsraîlê re rawestandiye.

“Îsraîl dê sax û silamet ji vî karî derkeve”

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Israel Kartz piştî belavbûna nûçeyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê mijarê de peyamek belav kir û anî ziman:

“Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, bi astengkirina benderên hinarde û hawirdeyê yên Îsraîlê peymanan bin pê dike.

Dîktatorekî ku berjwendiyên karsaz û gelê Tirk tune dihesibîne û guh nade peymanên navneteweyî yên bazirganiyê.”

Kartz ragihand wî ji bo dîtîna alternatîfa bazirganiya bi Tirkiyeyê re û hawirdekirina berheman ji welatên din ferman daye Rêveberê Giştî yê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ku bi hemû berpirsên hikûmetê re pêwendiyê dayîne û got:

“Îsraîl dê bi aboriyeke bihêz û wêrek bi sax û silamet ji vî karî derkeve.”

Tirkiyeyê bi fermî ti daxuyaniyek derbarê mijarê de belav nekiriye.

Meha borî jî Tirkiyeyê hinardekirina 54 berheman ji bo Îsraîlê sînordar kiribû.