Tirkiye û Urdun ji bo vegerandina Sûriyan bi hev re dixebitin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, ji bo welatiyên Sûriyê bi dilxwazî vegerin welatê xwe ew bi Urdunê re dixebitin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Urdunê Eyman Safadî îro li Enqerê civiyan.

Di civînê de mijarên herêmî û navdewletî hatin gotûbêjkirin. Herwiha mijara koçberên Sûrî jî di rojeva her du wezîran de bû.

Mevlut Çavuşoglu li ser vê mijarê got, “Ji bo Sûrî bi dilxwazî û di nav ewlehiyê de vegerin, em bi hev re (Urdun) dixebitin. Di vî warî de bi taybetî di asta wezîran de, em dixwazin li Tirkiyê konferansekê lidar bixin.”

Li gor amarên fermî li Tirkiyê nêzîkî 4 milyon û li Urdunê jî nêzîkî 700 hezar koçberên Sûrî hene.