Kampa Cîbaliyeyê dîsa hat bombebarankirin: Bi dehan kuştî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê ya li bakurê Xezeyê di nav 24 saetan de cara duyem hat bombebarankirin  û di encamê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî nûçeya ajansa Filistînê WAFAyê, artêşa Îsraîlê Taxa Felluceyê ya Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê bombebaran kir.

Hat diyarkirin, ji ber êrişê avahiyên li herêmê hilweşiyan, bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Di dîmenên li ser têlevîzyonê hatin weşandin de xuya dibe ku di êrîşa li Cîbaliyeyê de çend avahiyên pirqatî bi temamî rûxiyane.

Kampa Penaberan a Cîbaliyeyê duh jî hatibû bombebarankirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê duh ragihandibû, di êrîşa hêzên Îsraîlê de herî kêm 100 kes hatin kuştin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî di civîna çapemeniyê de diyar kiribû ku wan êrîş pêk aniye.