Artêşa Îsraîlê: Em dê bersiva Îranê bidin

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari diyar kir ku ew niha xelkê xwe diparêzin û dê bersivê bidin êrişa Îranê.

Daniel Hagari li ser êrişa Îranê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku Artêşa Îsraîlê di qonaxa parastina bilind de ye.

Daniel Hagari diyar kir ku dê encamên wê êrişa mûşekî ya Îranê hebin.

Daniel Hagari amaje bi parastina Îsraîlê ya li dijî mûşekan kir û wiha got:

“Em ji bo parastin û êrişan, parastina gelê Îsraîlê di hişyariyeke bilind de ne.

Plana me heye û em dê di dem û cihê ku ji em dixwazin de bersivê bidin Îranê.“

Daniel Hagari amaje bi wê yekê kir ku ji ber êrişa Îranê 2 welatî bi awayekî sivik birîndar bûne.

Li gorî medyaya Îsraîlê, Îranê 180 mûşek avêtinê nav axa Îsraîlê.

“Biden fermana parastina Îsraîlê da Artêşa Amerîkayê”

Koşka Spî diyar kir ku Serok Joe Biden ji Odeya Qeyranan a Koşka Spî rewşa dawî ya êrişa mûşekî ya Îranê dişopînê û ji Artêşa Amerîkayê xwest ku alîkariya Îsraîlê bikin da ku xwe li hember êrişên Îranê biparêze.

Piştî êrişê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yollav Galant bi rêya telefonê axivîn.

Her du wezîran ser êrişa mûşekî ya Îranê ya li dijî Îsraîlê gotûbêj kirin.

Her du aliyan tekez kirin ku dê encamên giran ên vê êrişê Îranê hebin.

Li gorî zanyariyan tevî ku sîstema parastina asîmanî ya Îsraîlê bersiv da mûşekan Îranê lê hinek mûşek bi taybet li Telavîvê ketin.

Îran: Îsraîl bersivê bide em dê tûndtir êrîş bikin

Spaya Pasdaran a Îranê diyar kir ku eger Îsraîl bersivê bide wan ew dê tundtir êrişî Îsraîlê bikin.

Di berdewamiya daxuyaniya Spaya Pasdaran de wiha hatiye gotin:

“Hişyarî tê kirin, eger rejîma siyonîst bertekeke sîstematîk li dijî vê operasyona li gorî qanûnên welat û qanûnên navneteweyî hatiye kirin bide, dê bi êrişên wêranker ên zêdetir re rû bi rû bimîne."