Koşka Spî: Biden fermana parastina Îsraîlê da Artêşa Amerîkayê

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî diyar kir ku Serok Joe Biden ferman da Artêşa Amerîkayê da ku li dijî êrişa mûşekî ya Îranê, Îsraîlê biparêze.

Supaya Pasdaran a Îranê diyar kir ku wan bi dehan mûşekan êrişî Îsraîlê kir.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari diyar kir ku Îranê saet derdora 19:30î bi mûşekan êrişî Îsraîlê kir.

Koşka Spî diyar kir ku Joe Biden ji Odeya Qeyranan a Koşka Spî rewşa dawî ya êrişa mûşekî ya Îranê dişopînê û ji Artêşa Amerîkayê xwest ku alîkariya Îsraîlê bikin da ku xwe li hember êrişên Îranê biparêze.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Koşka Spî, Joe Biden Biden û Alîkara Serokê Amerîkayê Kamala Harris ji nêzîk ve rageşiya di navbera Îsraîl û Îranê dişopînin.

Li gorî daxuyaniyê, Biden û Harris li Odeya Qeyranan a Koşka Spî bi tîmên ewlehiya neteweyî re hevdîtin pêk anîn.

“Yoav Gallant û Lloyd Austin bi rêya telefonê axivîn”

Li aliyê din,  Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî bi rêya telefonê bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant re axivî.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Lloyd Austin di hevdîtina xwe ya bi Yoav Gallant re diyar kir ku Amerîka di rojên dawî de li hemberî gefên Îranê û hêza leşkerî ya girîng amedekariya xwe zêde kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, Austin pabendbûna Amerîkayê ya li hemberî êriş û gefên Îranê yên li hemberî Îsraîlê  tekez kir.