Hêzên Îsraîlê derbasî Libnanê bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê sînorê Libnanê derbas kir û Hizbulah jî dibêje ku wan rê li ber êrişa Îsraîlê girtiye.

Hêzên Libnanî hinek cihên nêzîkî sînorê Îsraîlê vala kirin.

Artêşa Îsraîlê serê sibeha îro ragihand ku li gorî biryareke siyasî hêzên wan li Libnanê dest bi operasyoneke bejahî ya sînordar kiriye.

Hat ragihandin, wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê di çarçoveya êrişên bejayî de ber bi sînorê Libnanê çûn.

Topxaneyên Îsraîlê jî herêma sînorî ya El Wezzaniyê da ber guleyên topan.

Amerîkayê jî ragihand ku Îsraîlê ew ji pêkanîna êrişeke bejahî ya sinordar a li Libnanê agahdar kiriye.

Tê gotin ku ew operasyon li gorî zaniyariyên îstixbaratî pêk tê û dê hin cihên Hizbulahê û jêrxaneya wê ya leşkerî ya li başûrê Libnanê bike hedef.

Hizbulaha Libnanê jî ragihand ku wan rê li ber êrişên hêzên Îsraîlê girtiye.

Artêşa Îsraîlê her wiha da zanîn ku ev çend meh in amadehî ji bo wê operasyonê hatine kirin û hêza asmanî û topxane piştgiriyê didin hêzên li Libnanê.

Artêşa Îsraîlê tekez jî kir ku dê operasyona wan li gorî nirxandina rewşê berdewam bike.

Artêşa Libnanê ji hin cihan vekişiya

Hat ragihandin ku artêşa Libnanê pozîsyonên xwe yên nêzîkî sînorê Îsraîlê vala kirin û çend kîlometreyan vekişiya.

Li gorî agahiyên ku ji şahidên li herêmê hatine wergirtin, yekîneyên artêşa Libnanê hinek xalên li ser sînor vala kirine û bi paş de çûne.

Derbarê mijarê hîn aliyên Libnanî ti daxuyanî nedaye.